9 karkerên kurd mehek in li Bexdayê girtî ne

9 karkerên kurd mehek in li Bexdayê girtî ne

9 Karkerên kurd ên ji Mêrsînê çûn Bexdayê mehek in girtî ne. Malbatên karkeran serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê dan.

9 karkerên kurd ên bi navê Emin Ozdemir, Îzzettin Ozdemîr, Salîh Ozdemîr, Salîh Çelîk, Arîf Çakar, Cebraîl Aydemîr, Emrah Şahsî, Bîlal Gumuş, Davbut Akdogan û Hayrî Akdogan ku ji ber 2 rojan vîzeyên wan dereng man mehek e li Bexdayê rehîn tên girtin.

Malbatan ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê dan û alîkarî xwestin. Rêveberê ÎHD'ya Mêrsînê Temîm Salmanoglu, li ser serlêdana malbatan anî ew dê serî li hiqûqa hindur û derve bidin û ji bo 9 welatiyên wan serbest bên berdan dê têkevin nava hewldanan. Selmanoglu, anî ziman ku dê Navenda Giştî ya ÎHD'ê serî li hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê bide û bixwazin ku 9 welatiyên wan serbest bên berdan.