9 jinên ciwan ên Êzidî tevlî refên gerîla bûn
9 jinên ciwan ên Êzidî tevlî refên gerîla bûn
9 jinên ciwan ên Êzidî tevlî refên gerîla bûn

9 jinên ciwan ên Êzidî, ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Şengalê li kampa Newroz a Rojava bicih bûn, di demên cuda tevlî refên gerîla bûn. Jinên Êzidî diyar kirin ku divê hemû jin xwe rêxistin bikin û xwe ji însafa mêran re nehêlin.
Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxê de êrîşî bajarê Şengalê yê Başûrê Kurdistanê kiribûn û komkujiyî pêk anîbûn. Piştî vê komkujiyê, tevlîbûna jinên Êzidî li qadên Têkoşîn Azadiyê her diçe zêde dibe. Herî dawî 9 jinên Êzidî ji Kampa Newroz a Rojava di dîrokên cuda de tevlî gerîlayan bûn. Jinên ciwan destnîşan kirin ku ji bo ku jinên Êzîdî careke din bi komkujiyek wisa re rû bi rû nemîn bila tevlî gerîlayan bibin.

Jina ciwan Bêrîvan Şengal wiha got: “Em 9 kes tevlî gerîlayan bûn. Me jî wek hemû jinan, digot belkî em di bin kontrola mêran de di ewlehiyê de ne. Me digot belkî mêr û pêşmerge me diparêzin. Di dema dagirkirina Şengalê de mêran jî, pêşmergeyan jî çek danîn û reviyan. Jinan jî ji ber ku hêza xwe nedizanîn li dijî DAIŞ’ê neketin parastinê. Ji roja ku em tevlî gerîlayan bûne heta niha me dît ku jin çawa xwe rêxistin dikin, çawa bihêz in.”

EM Ê TOLA JINÊN HATIN REVANDIN BIGIRIN
Berîvan Şengal got ku wê hemû jinên Êzîdî tola Şengalê rakin û ew wê ji vê re pêşengiyê bikin û wiha berdewam kir: “Em ê tevlîbûnek mezin pêk bînin û xwe dikin hêz û îradeyek mezin. Em ê tola jinên Şengalê yên hatin revandin rakin. Ji bo vê em ê xwe wek mîlîtan pêş bixin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo bi komkujiyeke duyemîn re rû bi rû nemînin divê tevlî gerîlayan bibin.”
