9 girtiyên Girtîgeha Kiriklarê jî ketin greva birçîbûnê

9 girtiyên Girtîgeha Kiriklarê jî ketin greva birçîbûnê

9 girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa F ya hêjmar 2 ya Kiriklara Îzmirê dimînin tevlî çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn.

9 girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 2 ya Kiriklara Îzmirê dimînin, bi boneya tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û mafên wî yên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk bên dest bi gireva birçîbûnê kirin.

9 girtiyên ji doza PKK’ê ku di 3'ê Cotmehê de dest bi girevê kirin navê wan wiha ne: Sertaç Kiliçarslan, Şenol Koç, Nevzat Kiliç, Mehmet Yayan, Tugut Koyuncu, Ozkan Yaşar, Ekrem Altay, Hurşit Kutler û Ahmet Kaya.