76 saziyan li dijî blokekirina hesabên HDP’ê, piştgirî dan HDP’ê
Ji ber ku alîkariya xezîneyê ya HDP’ê hate desteserkirin, 76 sazî û 2933 kesan piştgirî dan HDP’ê.
Ji ber ku alîkariya xezîneyê ya HDP’ê hate desteserkirin, 76 sazî û 2933 kesan piştgirî dan HDP’ê.
Dadgeha Makeqanûnê (AYM) li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, biryar da ku hesabê xezîneyê yê HDP'ê ji bo demekê bê blokekirin. 2 hezar û 393 kesan û 76 saziyan li dijî biryara Dadgeha Makeqanûnê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Kes û saziyên navborî têkildarî kampanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û xwestin ku biryara blokekirina hesabê xezîneya alîkariya ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) were betalkirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin
“Di doza girtinê ya bi zext û zora AKP-MHP hatiye vekirin de, di encama zext û zora aşkere û vekirî ya li ser dadgehê de niha jî zext li ser hemû pêvajoyên hiqûqî tên kirin û bêyî li bendî encama dozê û parastinê bisekinin biryarek hatiye dayîn ku di encamê de wê HDP nikaribe xebatên xwe yên siyasî bi rê ve bibe. Wê HDP nikaribe kampanyaya xwe ya hilbijartinê bike.
Ev biryara Dadgeha Bilind tê wateya ku mafê dengdanî û hilbijartina serbixwe jî tê binpêkirin. Zelal e ku hilbijartineke bi vê biryarê re hatiye astengkirin, wê ne hilbijartineke li gorî rêgeza wekheviyê be û ne adil û demokratîk be.
Ji hilbijartina dawî heta niha gelek pêkanînên giran ên îdarî û darazî li dijî HDPyê tên kirin û herî dawî vê biryarê re xeyalên me yên ew kesên girêdayî demokrasiyê ne, şikandiye.
Bi vê belavokê re em radigihînin ku em li aliyê demokrasiyê û rêgezên hiqûqa navnetewî ne. Em bang li civakê dikin ku xwedî li mafên xwe yên hilbijartin û hilbijirînê derkevin.
76 saziyên ku îmzeyên wan li bin belavokê hene ev in:
"17+ Elewiyên Jin, Hewldana Nifşê 78'an a Mêrsînê, Yekitiya Elewiyên Jin, Jinên KESK'a Amedê, Hewldana Nifşê 78'an a Enqereyê, Hewldana Azadiya ji Fikr û Ramanê re ya Enqereyê, Komeleya Leşkerên Mixalefên ên Derbeyên Leşkerî (ADAM-DER), Komeleya Çand û Hunerê ya Avcilarê (Malpera Nûçeyan), Aydin Yeşil Sol Kadın, Aydın Yeşil Sol Parti, Komeleya Yeni Yaşamê ya Batikentê, Rêveberiya Bajarê Amedê ya Sendîkaya Teqawidbûyan a Hevgirtî, Komeleya Piştgiriyê ya Jinan a Bodrûmê, Kolektîfa Avê ya Bûrsayê, Koma Parêzeran a Hemdem, Platforma Demokrasiyê ya Datçayê, Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Sendîkayên Teqawidbûyên Demokratîk, Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk, Partiya Şoreşgeran, Partiya Şoreşgeran Mûgla, Kolektîfa Tirkiyeyê ya DIEM25ê, Platforma Jinan a Dîkîliyê, Şaxê Çanakkaleyê yê Dîsk Emeklî Senê, Şaxê Denîzliyê yê Dîsk Emeklî Senê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Çandê ya Navçeya Bismilê û yên Gundên wê ya Amedê, Diyarbakır MEBYADER, Komeleya Gundê Toklûcayê ya Farqînê ya Amedê, Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilat (DGD), DSTP, Hewldana li Dijî Sûcê Hizr û Ramanê, Egîtîm Sena Şaxa Êlihê, Komeleya Parastin û Xweşkirina Jîngehê ya Gundê Arek Gundê Eskîkavakê Çewlik/Gixî, şaxên ÎHD'ê yên Dîlokê, Mêrsînê, Koalîsyona Edaleta Îklîmê, Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê, Kooperatîfa Jinan, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Dewletê (KESK), Înîsîyatîfa Piştevaniyê ya Qereqoçanê, Komeleya Farqîniyan a Kartalê, Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya Gundên Kaşanliyê, Parêzerên Beşdarbûyî, KODA (Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê), Platforma Jinan a Kuşadasiyê, Platforma Jinan a Mêrdînê Şahmaran, MEBYADER-Êlih, MÎLAS Nifşên 78an, Platforma Hawirdorê ya Muglayê, Yekîtiya Mulkiyeyiyan, Buroya Hiqûqnasan a Yên Din, Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê, Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê, Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Gundê Farqînê ya Taşpinarê, Partiya Ji nû ve avakirina Sosyalîst (SYKP), SUP-DDHT (Fransa), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Nifşê 78an a Rihayê, Lijneya Koordînasyona bajêr a Êlihê ya TMMOB'ê, Lijneya bajêr a Colemêrgê ya TMMOB'ê, Komîsyona Hiqûqê ya TOP'ê, Yekitiya Hemî Teqawidbûyiyan, Tum Emeklîsen, Foruma Çandê ya Tirkiye û Almanyayê, Berxwedana Valîdebagê, Parastina Tora Valîdebagê, Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Rêxistina Navçeya Didimê ya Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Rêxistina Parêzgeha Îzmîrê Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Rêxistina Navçeya Mîlasê ya Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Rêxistina bajarê Tokatê ya Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Însiyatîfa Hemwelatiyan."