7 polîsên ku li Ahmet Koca xistin rapora 'em hatine derbkirin' girtin

7 polîsên ku li Ahmet Koca xistin rapora 'em hatine derbkirin' girtin

Li Fatîha Stenbolê 7 polîsan ber çavên hevser û xizmên welatiyê bi navê Ahmet Koca, lê dan û piştî gilîkirina Koca lêpirîn hate destpêkirin. 3 polîsan di çarçoveya lêpirsînê de îdia kirin ku Ahmet Koca jî li wan xistiye û bi îdiaya ku ‘di destê wan de xesar çêbûye’ rapora tenduristiyê girtin.

Ahmet Koca yê ku bi Kurdî axivî û rastî îşkenceya 7 polîsan hat, dema lêdana polîsan di qeydên kamerayê de jî deketin. Lê ya balkêş, polîsên îşncekar serî li Nexweşxanerya Lêkolîn û Perwedehiyê ya Hasekî dan û rapor wergirtin.

Polîsên bi navê Muhammed Mustafa Gulcan, Ahmet Ozdemîr û Ahmt Gulen çûn nexweşxaneyê û ligel Dr Huseyîn Ozturk muane bûn. Piştî muanê di rapora muanê ya edlî ya giştî de tê gotin ku rewşa wan a giştî baş e û hişê wan vekirî ye. Lê di raporê de tê gotin ku di destê yekê de xesar, zenda yekê de xesar û yê din jî tiliyên wî zirar dîtiye.

Lê di raporê de nehat diyar kirin ku gelo ev dest dema ku li Ahmet Koca xistine xesar dîtine an na.

Polîsên ku bi lêdanê Koca birin ber mirinê îdia kirin ku rastî êrîşê hatine û raporên girtin jî pêşkêşî dosyeya dozgeriyê kirin.