7 girtiyên Rojavayî sirgûnê Konyayê hatin kirin
7 girtiyên Rojavayî yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Girtîgehan Şakranê tên ragirtin, sirgûnê Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê hatin kirin.
7 girtiyên Rojavayî yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Girtîgehan Şakranê tên ragirtin, sirgûnê Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê hatin kirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 7 girtiyên Rojavayî yên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 4 a Şakranê tên dîlgirtin, sirgûnê Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê hatine kirin.
Yilmaz Suncak ê ku li heman girtîgehê girtî ye, di hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re kirî de, ragihand ku girtiyên Rojavayî roja Înê hatine sirgûnkirin.
Suncak got ku rêveberiya girtîgehê tu sedem diyar nekiriye.