7 girtiyên din jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin

7 girtiyên din jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê ya Alîgaya Îzmirê 7 girtiyên siyasî bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û daxwazên Ocalan yên azadî tenduristî û ewlehiyê pêk bê dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Her ku diçe grevên li girtîgehan berfireh dibe. Li Girtîgeha tipa T ya Hêjmar 3 ya Şakranê 7 girtiyên siyasî bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Girtiyên ketin girevê navê wan wiha ye. "Suat Gurbuz, Hakki Yorulmaz, Agît Bîlîr, Mevlut Tekîn, Mirza Oztekin, A. Rahîm Çetinkaya, Vahap Kuzu."