6 girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
6 girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê da zanîn ku wan li dijî êşkence û zexta rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
6 girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê da zanîn ku wan li dijî êşkence û zexta rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
6 girtiyên di Girtîgeha 7 ya bi hejmar 2 ya Xarpêtê de ragirtî, got ku wan li dijî zext û êşkenceya ku di girtîgehê de zêde bûye, îro dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Li gor agahiyên ji malbatan hatin girtin, girtiyekê ji aqlê xwe netemam xistine odeya girtiyên siyasî û girtiyên siyasî bi vê rewşê aciz bûne û îtiraz li rêveberiya girtîgehê kiriye. Rêveberî daxwaz qebûl nekiriye, bi ser de zext li girtiyan kiriye.
Malbatan da zanîn ku gardiyan nêzîkê nîv saet êşkence li girtiyê bi navê Mahsûp Sarp kiriye û diranên Sarp şikiyane û anî ziman ku gardiyanan gotiye: “Dewlet bibêje çi, divê hûn bikin û wê girtiyê ji aqlê xwe ne temam wê di odeya girtiyên siyasî de bimîne.“
Ji ber vê, 6 girtiyên di odeyê de daye zanîn ku dest bi greva birçîbûnê kiriye.