Ji 13 endam û rêveberên Kofederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) yên di encama operasyona di bi navê KCK’ê de hatibûn binçavkirin 6 kesên din hatin girtin. Tevî Serokê KESK’ê Lamî Ozgen 7 kes serbest hatin berdan.
Duh jî 22 ji rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) ku di operasyona bi navê “KCK”ê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Ji 34 kesên ku bi daxwaza girtinê birin 12. Dadgeha Nobedar a Enqereyê, 22 kes hatin giritn û 12 kesên din serbest hatin berdan.
Kesên hatin girtin navên wan wihaye: Yunus Akin, Berguzar Sozak, Muhabbet Arda, Mehmet Siddik Akin, Îzzettîn Alpergîn, Sakîne Esen Yilmaz, Metîn Vuranok, Ferruh Çelîk, Hanim Koçyîgît, Seyran Şik, Mehmet Sezgîn Îbîn, Mustafa Bozan, Aykur Erhan Turgut, Bekîr Gurbuz, Tarik Kaya, Osman Îşçî, Yilmaz Yildirimci, Nîhat Kilinçalp, Erdal Turan, Denîz Bozbey, Sîbel Anil û Osman îşçî.