5 kesên din jî li Iraqê hatin darvekirin

5 kesên din jî li Iraqê hatin darvekirin

Li Iraqê piştî roja Sêşemê 21 kes darvekirin, hate ragihandin ku îro jî 5 kes darvekirine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê yek jê Sûriyeyî bigiştî 5 kes îro hatine darvekirin. Berdevkê Wezareta Dadê Heyder el-Saadî got, ev kesane bi sûcdariya “terorîzmê” hatibûn mehkûm kirin.

Di roja 28’ê Tebaxê de 3 jê jin 21 kes bi hinceta “tevlî çalakiyên terorîstî bûne” hatibûn darvekirin.

Li rexmî banga Komîserê Mafê Mirovan yê NY Navî Pîllay ya darvekirina rawestînin jî, li gorî AFP’ê ji serê salê heya niha 96 kes hatine înfaz kirin. Her wiha rexneya li Iraqê darezandin ne zelalin tê kirin.

Li gorî Makezagona Iraqê ji bo bikarin darvekirinê pêkbînin, pêwîste îmzeya Serok Dewlet Celal Telebanî û her du alîkarên wî Tarik El Haşimî û Kudeyr El Kuzay ku Konseya Serokatiyê pêktînin bigirin. Beriya vê Telebanî anîbû ziman ku, li dijî darvekirinê ye. Tarik El Haşimiyê Sunî jî ji ber sedema derbarê wî de biryara girtinê heye xwe avêtiye Başûrê Kurdistanê. Di vê rewşê de îmzeya endamek tenê yê Konseya Serokatiyê têra darvekirinê dide, wisan xuya dike.

Li gorî Rêxistina Efo ya Navneteweyî di sala 2011’an de li Iraqê herî kêm 68 girtî hatine darvekirin. Rêxistina Efoyê ku di 24’ê Tîrmehê daxuyaniyek dabû û dabû diyarkirin ku, li eyaleta El Anbarê biryara înfazkirina nêzî 200 kesan hatiye pesend kirin û xwest darvekirin bêne rawestandin.

Serokwezîrê Şiî Nûrî El Malikî, welat bi dîktatortî rêvebirinê tê rexnekirin. Malikî di heman demê de erkên Serokwezîr, Wezîrê Ewlekariya Netewî, Wezîrê Navxweyî û Wezîrê Parastinê dike.