433 rojin ‘keştî xirabûyî ye’!

433 rojin ‘keştî xirabûyî ye’!

Parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa dozgeriyê bi hinceta vala ya "keştî xirab bûyî ye" destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.

Parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, Rêzan Sarica û Huseyîn Bogatekin ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftiyan ya asayî pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Lê dîsa dozgeriyê bi hinceta vala û pûç ya "keştî xirab bûyî ye" destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27 Tîrmehê 2011'an heta niha bi hincetên vala û pûç yên "keştî xirab bûyî ye", "muxalefeta hewayê" û "ewraqên keştiyê kêmin" tên red kirin. Parêzer 433 rojin nikarin biçin Îmraliyê.