NÛ BÛ

400 saziyên Kurd ji bo azadiya Ocalan çalakiyê lidar dixin

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasboûrgê hat destpêkirin, 4 sal li dû xwe hişt.

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) destpê kir, dewam dike.

Çalakî vê hefteyê ji aliyê nûnerên sazî û rêxistinên Kurd ên li Ewropayê ve tê meşandin. Ji beşdarên çalakiyê Helene Erîn diyar kir, nûnerên 400 saziyên Kurd ên li Ewropayê, wê tevahiya hefteyê nobedê bigirin.

Li ser navê Malbatên Şehîdan ên li Ewropayê Şengê Kahraman, ji Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Delal Rûbar, li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Tûrhalli û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç nobeda vê hefteyê dewr girtin.

SAZIYÊN KURD NOBED DEWR GIRTIN

Nûnera Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Alsace Helene Erîn li vir peyivî û anî ziman, çalakiya li dijî tecrîda li ser Ocalan beriya 4 salan destpê kir, li ser navê saziyên Kurd, dostên Kurd û demokratan wan dewr girtine.

Endamên koma hefteya derbasbûyî yên ji bajarên Ûlm û Pforzheîmê çalakî dewrî nûnerên saziyan kirin. Li ser navê nûnerên saziyan Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî û destnîşan kir, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nebe êdî nikare bê qebûlkirin.

AZADIYA OCALAN AZADIYA GELÊ KURD E

Koç da zanîn, azadiya Ocalan û azadiya gelê Kurd yek e û wan biryara beşdariya li çalakiyê di kongreya KCDK-E de girtine.

Koç bang li welatên Ewropayê kir û anî ziman, weke zêdeyî 400 saziyên Kurd ew ê dev ji azadiya Ocalan bernedin. Koç diyar kir, azadiya Ocalan ji bo aştî û biratiya li Rojhilata Navîn gelekî girîng e û got, "Yên li dijî DAIŞ'ê têdikoşin, divê êdî bi girîngiya azadiya Ocalan bihesin."

Koç ragihand, wan soz dane Mehmet Tûnç ê li Cizîrê hat qetilkirin û destnîşan kir, gelê Kurd wê li her qadê têkoşîna xwe mezin bike û daxwaza azadiya Ocalan bike.

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç her wiha diyar kir, wê ji sibe û pê ve li gelek welatan ji bo 10 rojan kon bên vedan û got, têkoşîna gelê Kurd wê bi birdariyeke mezin bidome.

'DI HEMAN DEMÊ DE AZADIYA GELÊ ME Û MIROVAHIYÊ YE'

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Delal Rûbar jî got, "Heta Serokê me azad bibe, ev çalakî wê dewam bikin. Ev yek ne azadiya şexsekî bi tenê ye, di heman demê de azadiya gel û mirovahiyê ye."

Delal Rûbar da xuyakirin, tevgera jinê xwedî li hewldanên Ocalan derketiye, wê ji niha û pê ve jî xwedî lê derkeve û destnîşan kir, ji bo azadiay gel ew daxwaza azadiya Ocalan dikin.

Rûbar bal kişand ser qutkirina hevdîtinên Ocalan ên bi parêzeran re û şidandina tecrîdê û anî ziman, divê dengê Rêberê Gelê Kurd bigihêje derve û bi vî rengî karibe tevkariyê li çareseriya pirsgirêkan bike.

TÛRHALLI: ERDOGAN FÎREWNÊ ROJA ÎRO YE

Serokê CÎK'ê Hafiz Tûrhalli diyar kir, weke Misilmanekî erka wan e li dijî zaliman bisekinin, lewma ew tevlî çalakiya nobedê bûye û da zanîn, pirsgirêka Kurd û kurdistanê di çareseriya pirsgirêkên alema Îslamê de girîng e.

Tûrhalli destnîşan kir, çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê tê wateya çareseriya gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û ragihand, êrîşên DAIŞ'ê û komên çete yên bi navê 'Îslamê' tevdigerin ên li hemberî Kurdistanê, tiştekî rasthatî nîne. Tûrhalli bibîr xist, çete bi pêşengiya AKP'ê li Kurdistanê nirxên baweriyê û qadên îbadetê talan kirine û got, "Yên ku di meha Remezanê de hewl didin nefsa xwe kontrol bikin, bi hêrseke gelekî mezin mirovan qetil dikin." Tûrhalli diyar kir, fîrewnê roja îro, AKP, Erdogan û hevkarên wan e.

Tûrhalli xwest, ji bo çareseriya pirsgirêkan di vê meha Remezanê de her kes li cem mezlûman cih bigirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên siyasî banga têkoşînê kir.

Ji Saziya Malbatên Şehîdan Şengê Kahraman jî bibîr xist, ku weke gel wan soz dane Mehmet Tûnç û wê ji bo azadiyê têbikoşin.

FEDA: DÎROKA BERXWEDANÊ YA ÎRO Û BERXWEDANA ELEWIYAN YEK E

Li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Pîr Mûstafa Saglam ragihand, têkoşîna ji bo azadiya Ocalan tê dayîn, têkoşîna ji bo gelên Rojhilata Navîn e. Saglam bal kişand ser hewldanên bêparhiştina gel û baweriyan ji nirxên xwe yên cewherî û destnîşan kir, ew ê nehêlin dîroka li dijî gelan dubare bibe. Saglam diyar kir, ew ê li hemberî mirovên li jêrzemînan hatin qetilkirin, zîhniyeta cenaze li nava kolanan teşhîr dike, têkoşîna mafdariyê bimeşînin.

Pîr Mûstafa Saglam ragihand, têkoşîna îro tê meşandin û têkoşîna dîroka Elewiyan weke hev in û bang li tevahiya Elewiyan kir, ji bo li cem gelê Kurd cih bigirin.

KURDÊN JI ROJHILAT JÎ TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛNE

Li ser navê Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê Mîran Rûban peyivî û anî ziman, mîna ku di herikîna dîrokê de hatiye dîtin, tevî mafên gelan, Rêberên wan jî dîl hatine girtin. Rûban bibîr xist, sembola berxwedana gelê Kurd Ocalan jî dîl hatiye girtin û diyar kir, li bajarên Kurdistanê xeteriya êrîşên mezin heye.

Li ser navê rêxistina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Ewropa Bakî Selçûk jî axivî û diyar kir ku bêdengbûna welatên Ewropa a li hember qetlîamên Tirkiye ya li ser Kurdistanê dimeşîne bi zimanekî hişk rexne kir. Selçûk bi bîr xist ku li dijî qetîama Qesrê, Yekîtiya Ewropa bi hemû awayên bazirganî û têkiliyan li gel Tirkiyeyê dewam dikin, bang kir ku divê hemû cure têkiliyên bi Tirkiyeyê re bên qutkirin.

Selçûk, azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan jî daxwaz kir, got: “Ji bo vê em ê di her qadê de têkoşîna xwe berdewam bikin.”

TEV- ÇAND: BILA DAWÎ LI POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ BÎNIN

Li ser navê TEV-ÇAND a ku ji hunermendên Kurd pêk tên jî Cevdat Merwanî axivî û bi bîr xist ku ji bo azadiya Ocalan nêzî 10 milyon kes beşdarî kampanyaya îmzeyan bûne.

Merwanî, di serî de bêdengbûna welatên Ewropa û hemû welatên Cihanê ya li hember qetlîamên li Kurdistanê rexne kir, daxwaz kir ku bila dawî li van ‘Polîtîkayên Qirêj’ bînin.

Merwanî bal kişand ku tenê Ocalan serokê gelê Kurd e, anî ziman ku ji bo azadiya Ocalan heta dawiyê wê tokoşîna xwe dewam bikin. Merwanî diyar kir ku ji bo dawîhatina hemû qetlîaman wê têkoşîneke pir mezin bikin.

YAGIZAY: HEWLDANÊN OCALAN DAXWAZA AZADIYÊ BIHÊZ KIRIN

Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewepa (KE) Fayîk Yagizay jî bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê, bi taybet bi peyama ku di Newroza sala 2013’an de bi saya hewldanê Ocalan alîgirên aştiyê di rêjeyekî pir mezin de bi hêz bûne.

Yagizay diyar kir ku bi saya hevdîtinên Ocalan, sîstema Rojavayê Kurdistanê ji nû ve hate avakirin û serkeftinên hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi xwe re anî, hikûmeta AKP’ê ev serkeftin hezm nekir û şer da destpêkirin. Yagizay da zanîn ku ev hewldanên şer li dijî hemû destkeftiyên hatine destpêkirin.

Yagizay da xuyakirin ku li pêşiya avahiyên mîna saziyên CPT, DMME û Konseya Ewropayê di nava çalakiyan de ne, binpêkirina rêgez û nirxên van saziyan rexne kir. Yagizay anî ziman ku ji beriya niha greva birçîbûnê ya ku 59 rojan berdewam kir li dar xistibûn, her çendî çalakiya îro her çiqas neşibin yên wê demê jî lê wê encam bigirin.

ENDAMÊ KNK’Ê YILDIZ: GELÊ KURD NE SERÎ DATÎNE NE JÎ SERÎ DIDE

Endamê Kongreya Netewî ya Kurd (KNK) Mehmet Emîn Yildiz jî destnîşan kir ku her roj jinên Kurd û zarok tên qetilkirin, mal tên şewitandin, dîrok tên hilweşadin. Yildiz wiha axivî: “Kurd wê di demeke nêz de serkeftina xwe bi dest bixînin.”

Yildiz bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan tevî ku ev 17 sal in di bi şert û mercên esareta dewleta Tirk de tê girtin jî Greva Îmraliyê vegerandiye “ Sîstema Aştiyê”. Yildiz diyar kir ku astengiyên hevdîtinên niha yên bi Ocalan re rê li ber xeteriyan vedike û wiha got: “Ji ber ku armanc ne aştî ye, tinekirin e. Ji ber vê mase ji holê rakirin. Li Dolmabahçeyê mase rakirin.”

Endamê KNK’ê, wiha anî ziman: “Dibêjin; ‘Yan hûn ê serî danîn, yan jî serî bidin.’ Lê Kurd ne serî datîne û ne jî serî dide mîna ku hevriyê me Mehmet Tûnç anî ziman. Kurd jiyanekî hevpar û wekhev dixwazin.” Yildiz wiha got: “Azadiya Birêz Ocalan azadiya jinê ye, azadiya ciwanan e” û Mehmet Emîn Yildiz wiha dewam kir; “Heta azadiya Ocalan û Kurdistan bigihêje statuyekê wê têkoşîna me dewam bike.”

CEYLAN: BERSIVNEDAYÎNA ÎMZEYAN TÊ WATEYA BERDEWAMIYA KOMPLOYÊ

Ji Dîwana Serokatiya KCDK-E’yê Mûrat Ceyan jî diyar kir ku rêveberia faşîst a Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û ji ber vê mûhatabê wan Konseya Ewropayê ye.

Ceylan anî ziman ku ji bo azadiya Ocalan 10 milyon kes beşdarî kampanyaya îmzayan bûn û pêşkêşî Konseya Ewropayê hate kirin û hê jî bersivek nehatiye dayîn,girêdana vê ya bi komplayê re dide nîşandan.

Herî dawî dîsa dubare Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û bang kir ku li dijî hemû qetlîamên divê Parlamentoya Ewropayê endamtiya Tirkiyeyê bixîne nava çemberê.

 

...