4 Kurd ji ber govendê radestî edliyeyê hatin kirin

4 Kurd ên ku li navçeya Kadikoy a Stenbolê ji ber govend gerandin bi êşkenceyê hatin destgîrkirin, radestî edliyeyê hatin kirin.

Ciwanan roja Yekşemê li peravên Moda yên Kadikoyê li ber stranên Kurdî govend gerandin, lê belê polîsên Tirk êşkence li wan kirin.

Polîsan dest danîn ser hoparlora muzîkê, ciwanan jî nerazîbûn nîşandan û piştre hatin destgîrkirin.

Di dîmenan de yên li ser medya dîjîtal hatin parvekirin, hate dîtin ku êşkence li ciwanan hatiye kirin, bi dev li erdê hatine dirêjkirin, destê wan ji pişt ve hatine girêdan û bi sirûdeke neteweperest êşkence li wan hatiye kirin.

Ji bilî van dîmenan ti agahî ji ciwanan nehate wergirtin. Nehate zanîn ku li ku derê hatin ragirtin û kiryareke çawa li wan hate kirin. Lê belê li gorî agahiyên nû, ciwan sewqî Edliyeya Anadolû ya li Kartalê hatin kirin.