4 girtiyên din jî li Girtîgeha Şakranê dest bi greva birçîbûnê kirin

4 girtiyên din jî li Girtîgeha Şakranê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê 4 girtiyên siyasî bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Li Girtîgeha Tîpa T Hêjmar 4 ya Şakranê ya li navçeya Aligara ya Îzmirê 4 girtiyên siyasî bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û daxwazên Ocalan yên azadî, tenduristî û ewlehiyê pêk bên, dest bi gireva birçîbûnê kirin.

4 girtiyên siyasî di 6'ê Cotmehê de dest bi çalakiyê kirin. Kesên dest bi girevê kirin wiha ne: "Ziver Mete, Mehmet Işik, Ubeydullah Tokay û Sedat Dalga.