38 kesên binçavkirî sewqî Edliyeya Edeneyê kirin

38 kesên binçavkirî sewqî Edliyeya Edeneyê kirin

38 kesên ku di bin navê operasyona KCK'ê de li 6 bajarên ku navenda wê Mêrsîn bû, hatin binçavkirin serê sibê sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin.

Di 25'ê Îlonê de operasyona bi navê "KCK'ê ya navenda wê Mêrsîn li bajarên Mêrsîn, Edene, Amed, Êlih, Şirnex û Dêrsim heye hate lidarxistin. Di çarçoveya operasyonê de di ser gelek mala û saziyan de hate girtin û 38 kes hatin binçavkirin. Polîsan di ser Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê, avahiya Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê, YAKAY-DER, Buroya Rojnameya Azadiya Welat, Akademiya Siyasetê ya BDP'ê, Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Îştar ya Şaredariya Akdenîzê û gelek malan de girt. 38 kesên ku 12 jê jinin û 4 roj berê hatin binçavkirin, serê sibê sewqî Edliyeya Edeneyê kirin.