34 rêveberên KESK’ê bi daxwaza girtinê şandin dadgehê

34 rêveberên KESK’ê bi daxwaza girtinê şandin dadgehê

34 rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) ku di operasyona bi navê “KCK”ê de hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê şandin Dadgehê.

34 endam û rêveberên şaxên sendîkayên girêdayî KESK'ê ku di operasyona bi navê KCK'ê di 25'ê hezîranê de hatin girtin û anîn Enqereyê, bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Piştî lêpirsîna 34 rêveberên KESK'yî bi dawî bû bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Lêpirsîna sendîkavanan a dozgeriyê 8 saetan berdewam kir. Li aliyê din rawestîna sendîkavanên ber qesra edliyeyê berdewam dike.