Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Edeneyê li navçeya Seyhanê di ser gelek malên Kurdan de girt û 10 kes binçavkirin. Ji 10 Kurdistaniyên hatin binçavkirin jê 3 zarok hatin girtin
Li taxên Ova Barbaros, Gulbahçe, Şakîrpaşa û Daglioglu yên Seyhana Edeneyê polîsan 2 roj berê di ser gelek malê Kurdan de girt. Polîsan di serdegirtina malên Kurdan ya bi helîkopter de xebatkarê Radyo Dunya Vakkas Durgut u welatiyê bi navê Aziz Toprak, Yahya Durgut û Omer Yakut û zarokên bi navê M.B., A.T., H.Y, O.O, M.K. û F.A hatibûn binçavkirin.
6 jê zarok 10 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Li Edliyeyê Durgut, Daniş û Toprak û zarokên bi navê M.B., A.T. û F.A serbest hatin berdan. Yakut jî li dargehê serbest hat berdan û zarokên bi navê O.O, H.Y û M.K. bi îdîaya "Madeyê talûke bi xwe re gerandine" û "Propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê ya Edeneyê.