10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimînin bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, mafên wî yên ewlehî, tendursîtî û azadiyê bên pêk bên, daxwaza parastina zimanê zikmaî bê dayîn û astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê zikamkî bê rakirin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin. Di nava kesên dest bi grevê kirin de sê rojnamevan hene.
10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyandin ku wan bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, mafên wî yên ewlehî, tendursîtî û azadiyê bên pêk bên, daxwaza parastina zimanê zikmakî bê dayîn û astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî bê rakirin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin. Girtiyên jin ên di 24'ê îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin navên wan wisa ne; Edîtorên DÎHA’yê Fatma Koçak û Ayşe Oyman (Edîtora Ozgur Gundem), Melek Dolaz, Ayşe Guney, Semra Tekîn, Çîmen Turk, Canan Guler, Nucan Can, Hacîre Tanirgan, Hanim Çelîk. Jinan diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê rakirin û nasname û zimanê kurdî tê nasîn dê berxwedana xwe bidomînin.
Girtiyan bi rêya malbatên xwe daxuyanî dan û wiha gotin: "Di têkoşîna 30 salên dawî de di bin pêşengiya PKK'ê de hate dayîn ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin anî rojeva Tirkiye û Cîhanê. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo ku li Tirkiyeyê pevçûna di navbera gelê kurd û tirk pêk neyê her tim lîstikên emperyalîstan xerakirin. Di demên nêzî çareseriyê de kesên şerxwaz dîsa astengî li pêşiya çareseriyê girtin."
'PÊVAJOYA OSLO BI DAWÎ KIRIN'
Hikûmeta AKP'ê li gel 10 sal in desthilatdar e ji bo çareseriyê tu tişt nekirin û rê li mirin û komkujiya vekir. Hevditînên Osloyê yên ji bo çareseriyê hatin kirin her du alî anîbûn ber çareseriyê lê hikûmeta AKP'ê dîsa bi hincetên vala pêvajo têk bir. Pêvajoya Osloyê bi tecrîda li ser Birêz Ocalan giran kirin bi dawî bû. Birêz Ocalan û 5 girtiyên siyasî zêdehî saleke bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê nakin û tu agahî ji wan nayê girtin. Hikûmeta AKP'ê li ser erdnîgariya me sorkirina şer dike. Dema ku mirov berê xwe dide windayên saleka dawî ev yek li ber çavan e. Disa operasyonên bi navê KCK'ê û komkujiya Roboskiyê minakên vê yekê ne.
Gelê kurd rastiya vê erdnîgariyê ye. Birêz Abdullah Ocalan vîna gelê kurd û rêberê gelê kurd e. Tu amurên polîtîk û pêkanînên din vê rastiyê naguherin. Çareseriya pirsgirêka kurd bi şertên Birêz Ocalan ên tendurîstî, ewlehî û azadiyê ve girêdayî ye. Kesên çareseriya pirsgirêka kurd li dijî vê yekê digerin xwe dixapînin. Çareseriya pirsgirêka kurd bi muzakereyên bi Birêz Ocalan re dê pêk bê. Girankirina tecrîdê, Birêz Ocalan û tevgera azadiyê nedîtin tê wateya daxwazên kurdan nedîtin û di şer de bi israr. Ji bilî Birêz Ocalan tu hêzên din nikarin li ser vê erdnîgariyê aştiyê pêk bînin. Gelê kurd wekî duh jî îro di daxwazên xwe de dê bi israr be.
Gelê kurd dixwaze bi zimanê xwe biaxive, perwerdehiyê bibîne, xwe rêxistin bike û siyasetê bike. Ev daxwaz mafên wî yên xwezayî ne. Çawa li ber ava lehiyê nayê rawestandin li ber van daxwazan jî nayê rawestandin. Em jî dê her tim li cem gelê xwe yên lêgerîna van daxwazan dikin bin. Heta nasname û zimanê kurdî tên nasîn û Birêz Ocalan azad dibe em dê berxwendana xwe bi domînin. Em bi van daxwazn di 24'ê îlona 2012'yan de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger dikin. Di pêvajoya çalakiyê de em dernakevin hevdîtina girt. Heta daxwazên me tên bicih em dê berxewdana xwe bidomînin.”
Hêjayê gotinê ye ku li gel Kolçak û Oyman, hejmara rojnamevanên di greva birçîbûnê de gihişt 3’yan. Rojnamevanê Kurd û edîtorê DÎHA’yê Tayîp Temel ji 12’ê Îlonê ve dest bi greva birçîbûnê kiriye. Temel diyar kir ku ew jî tevlî gireva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’ê ya ku ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên pirsgirêka kurd a bêdem û dorvenger dan destpêkirin bû. Temel, daxuyand ku ew tu mudaxeleyên tibî qebûl nake.