3'mîn hejmara Rojnameya Girtî ji bo piştgiriyê bide atşiyê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê derdikeve. Rojnameya Girtî yekemîn car bi 95 karîkator û nivîsan hate amadekirin û bi manşeta "Em ji bo aştiyê bedel didin" derdikeve.
3'mîn hejmara Rojnameya Girtî ji bo piştgiriyê bide atşiyê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê derdikeve. Ji bo dengê rojnameyên girtî bide bihîstin Rojnameya Girtî ji aliyê rojnameyên Aydinlik, Bîrgun, Cumhuriyet, Evrensel û Yurt bê pere tê belavkirin. Di rojnameyê de piranî nivîs û karîkatorên rojnameyên girtî pêk tê û bi manşeta "Em ji bo aştiyê bedel didin" derdikeve û zêdehî 200 hezar hatin çapkirin. Rojnameya Girtî bi nivîsên 29 rojnamegerên girtî, 5 rojnamegerên serbest hatin berdan, 43 rojnamegerên derve û 10 nûnerên rêxistinên pişteyî ve tê amadekirin. Di rojnameyê de yekemîn car bi 95 nivîs û karîkatorian derdikeve.
Navên rojnamegerên girtî yên ji Rojnameya Girtî re nivîs û karîkator şandin wisa ne: Ahmet Bîrsîn, Bariş Pehlîvan, Bariş Terkoglu, Bayram Namaz, Bedrî Adanir, Denîz Yildirim, Erdal Susem, Ertuş Bozkurt, Faysal Tunç, Fusun Erdogan, Hatîce Duman, Hîkmet Çîçek, Huseyîn Denîz, Îsmaîl Yildiz, Kenan Karavîl, Kenan Kirkaya, Mazlum Ozdemîr, Mehmet Yeşîltepe, Mîktat Algul, Mustafa Balbay, Nurî Yeşîl, Sedat Şenoglu, Sînan Aygul, Soner Yalçin, Şukru Sak, Tuncay Ozkan, Turabî Kîşîn, Turhan Ozlu û Zuhal Tekîner.