3 kes li Edeneyê hatin binçavkirin

3 kes li Edeneyê hatin binçavkirin

Li Edeneyê 3 kes hatin binçavkirin. Piştî ku li dijî Qereqola Polîsan ya Şehîd Mehmet Ali Aslan ji aliyê kesên nasnameya wan nehat zanîn de êrîşa çekdarî pêk hat, polîsan di ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 3 kes binçavkirin.

Şevê din li taxa Daglioglu ya navçeya Seyhana Edeneyê li dijî Qereqola Polîsan ya Şehîd Mehmet Ali Aslan ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşa çekdarî pêk hat. Piştî li dijî qereqolê êrîş pêk hat, polîsan serê sibê di demjimêr 05.30'an de di ser 8 malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 3 kes binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan.