Hikûmeta AKP’ê ku 3’emîn Pakêta Darazê xist meriyetê tenê bi kêrî kujer û kesên tevlî sûcên ‘çeteyan’ bûne hat. Siyasetmedar, rojnameger, xwendekar û sendîkavan jî hêj girtî ne.
3’emîn Pakêta Darazê ku di meha tîrmehê de kete meriyetê li gorî hikûmetê digot dê ‘hukmunê serbestberdana bi kontrol’ zêdetir berfireh bibe. Ev di rayagiştî de wekî ku dê riya gelek tahliyeyan vebike serdest kir. Lê hikûmeta AKP’ê pêşî li fêdegirtina kurd û aliyên muxalîf yên ji 3’emîn Pakêta Darazê girt. Lê pêşiya tehliyekirina endamên çeteyan vekir.
Der barê 2 gumanbaran de di dosyaya ‘rêxistina sûc de’ ku heta 67 sala cezayê girtîgehê tê xwestin, 7 gumanbar hemû meha borî hatin tehliyekirin.
Di operasyona kumarê ya meha sibatê de Ahmet Turgut û Fatîh Bucak jî di nav de 41 kes hatibûn binçavkirin û Turgut û Bucak jî di nav de 7 kes hatibûn girtin. Kesên hatin girtin bi ‘rêxistina sûc avakirin, bi rêvebirin, şêlandin, gef, bi zanebûn mirov kuştine’ hatin sûcdarkirin. Der barê du gumanbaran de ji 34 salan heta 67 salan ceza dihat xwestin. Lê parêzerê gumandaran Gokhan Kiliç, li gorî 3’emîn pakêta darazê tahliyeya wan xwest. Hate hînbûn ku Dadgeriya hejmara 3’emîn ya Peywirdar û Xala 10 a TMK’ê ya Enqereyê di 28’ê tebaxê de hemû gumanbar tehliye kirine.
Hikûmeta AKP’ê di çarçoveya 3’emîn pakêta darazê de ji bo dadgehên peywirdar yên bi xala 10’emîn a TMK’ê hatine avakirin tarîfa azadiya dadgeran kiriye. Li Enqereyê ji bo girtiyên KESK, 28’ê sibatê û Redhackê serî li ‘dadgerên azadiyê’ yên hatin tayînkirin, da. Lê dadger kesên ku komkujiyan pêk tînin serbest berdidin.