32 sal piştî darberya leşkerî doza ku di 4’ê nîsanê de dest pê kiribû û doza ku generalên 12’ê îlonê tên darizandin sibê li Enqereyê dê pêk were.
Generalên 12’ê îlonê Evren û Şahînkaya ku bûn sedema darvekirinan, îşkenceyan, ji kar derxistinê, doz lêvkirinê, 32 sal şûnde dest bi dariznadina wan kirin.
Der barê darbeya 12’ê îlonê ya 1980’î de, der barê Fermandarê Giştî yê wê demê û 7’emîn serokomarê tirk Kenan Evren û Fermandarê Hêzên Hewayî Organeralê teqawît Tahsîn Şahînkayan de doz hatibû vekirin û 3’emîn danişîna dozê sibê li 12’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqreyê dê pêk were.
Danişîna dozê ya yekemîn 3 rojan berdewam kiribû û taloqî 11’ê Gulanê bibû. Evren û Şahînkaya û her wiha xizmên wî jibo hebûna malên wan bê lêkolînkirin biryar hatibû dayîn.
Ji bo Evren û Şahînkaya li gorî xalên 146 û 80’emîn cezayê muebetê tê xwestin.
BÎLAÇOYA 12’Ê ÎLONÊ
Ji bo 7 hezar kesî darvekirin hate xwestin, cezayê darvekirinê dan 517 kesan.
Dosyaya 259 kesên îdamê şandin Meclîsa Tirkiyey.
Ya 54 kesan hate erê kirin û ji van 50 kes hatin înfazkirin.
650 hezar kes hatin binçavkirin, mîlyon û 683 hezar kes hatin hedefgirtin.
71 hezar kes li gorî xalên 141, 142 û 163.; 98 hezar kes jî bi îdiaya endamên rêxistinê ne hatin darizandin.
- Pasaport nedan 388 hezar kesî
-30 hezar kes ji kar hatin avêtin.
-4 hezar kes ji welatîbûnê hatin derxistin.
-30 hezar kes wekî penaberên siyasî çûn derveyê welat.
-300 kes bi awayekî gumanbar hatin kuştin.
-171 kes di encama îşkenceyê de mirin.
-937 fîlm hatin qedexekirin.
- 23 hezar 677 komele faliyetên wan hatin rawestandin.
- 3 hezar û 854 mamoste, 120 hîndekarên zanîngehê û 47 dadger ji kar hatin derxistin.
-Ji bo 400 rojnamegerî 4 hezar sal ceza hate xwestin.