29’ê Pûşperê dê ji bo rojnamegerên girtî bimeşin

29’ê Pûşperê dê ji bo rojnamegerên girtî bimeşin

Dê ji aliyê Platforma Ji Rojnamegeran re Azadî (GOP) di 29'ê Pûşberê meşekî bi navê "Bila zindan vala bibin-Ji Rojnamegeran re Azadî" tê lidarxistin.

Platforma Ji Rojnamegeran re Azadî (GOP) dê di 29'ê Pûşberê roja Înê li Kolana Îstîklalê bi navê "Bila zindan vala bibin- Ji Rojnamegeran re Azadî" meşek li dar bixe. Meşa ku dê di demjimêr 19.00'an li Qada Tunelê destpê bike bi daxuyaniya ku dê li Qada Taksîmê were dayîn bi dawî bibe. GOP têkildarî meşê daxuyaniya nivîskî weşand û da zanîn ku, heke çapemenî ne azad be, civak jî azad nabe û wiha got:

" Em bang li hemû welatiyan dikin ku piştgirî bidin meşa 'Ji rojnamegeran re azadî'. Em bang li hemû kesên ku ji ber TMK'ê mexdûr bûne, xizm û rêxistinê girtiyan, nivîskaran, akademîsyenan, hunermend, parêzer, baro, sendîka, karker, kedkar, bêkar, xwendekar, saziyên sivîl yên civakî û partiyên siyasî dikin ku beşdarî meşê bibin. "