2600 polîs ji Stenbolê şandin rojhilat

2600 polîs ji Stenbolê şandin rojhilat

Hat ragihandin ku, di nav de 78 komîser û serkomîser jî heyî 2 hezar 623 polîsên di Miduriyeta Polîsan ya Stenbolê de erkdarin, tayîna wan ji bo rojhilat û bêhtirî xwe jî ji bo bajarên Kurdan derketiye.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, tayîna 2 hezar 623 polîsan ji bo herêma duwem yanî bajarên piraniya wan Kurd lê dijîn derketiye. Li beramberî vê 669 polîsên li van herêman erkdar tayîna wan jî ji bo rojava derket.

Di meha Sibatê de 700 polîsên ji Şûbeyên Îstîxbaratê û Sucên Organîze û Tekoşîna li Dijî Terorê ku operasyonên KCK’ê birêve dibirin ‘tayîna wan ji bo rojhilat’ derketibû.