Lêpirsîna ku Dozgeriya Komarê ya Rayeya Taybet ya Îzmîrê birêve dibir û piştî agahiyên leşkerî hatin bidestxistin, biryara binçavkirina hinek kesên din derket.
Vê sibehê li Îzmîrê bigiştî li 15 bajaran derbarê 30 leşkeran de biryara girtinê hate derxistin. Hat ragihandin ku, heya niha 26 leşker hatine binçavkirin. Di operasyona beriya vê de di heman lêpirsînê de gelek leşker û sivî hatibûn girtin.