22 rêveberên KESK’ê hatin girtin

22 rêveberên KESK’ê hatin girtin

22 ji rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) ku di operasyona bi navê “KCK”ê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Ji 34 kesên ku bi daxwaza girtinê birin 12. Dadgeha Nobedar a Enqereyê, 22 kes hatin giritn û 12 kesên din serbest hatin berdan.

Kesên hatin girtin navên wan wihaye: Yunus Akin, Berguzar Sozak, Muhabbet Arda, Mehmet Siddik Akin, Îzzettîn Alpergîn, Sakîne Esen Yilmaz, Metîn Vuranok, Ferruh Çelîk, Hanim Koçyîgît, Seyran Şik, Mehmet Sezgîn Îbîn, Mustafa Bozan, Aykur Erhan Turgut, Bekîr Gurbuz, Tarik Kaya, Osman Îşçî, Yilmaz Yildirimci, Nîhat Kilinçalp, Erdal Turan, Denîz Bozbey, Sîbel Anil û Osman îşçî.

Her wiha 18 kesên k udi nava wan de serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen jî hebû anîn edliyeyê.

sendîkavanên ku piştî 3 rojan serbest hatin berdan hin daxuyaniyên kurt dan û diyar kirin ku operasyon û girtinên pêk hatine pêkanînên dij demokratîkin. Her wiha dan zanîn ku îdianame û lêpirsîn di çarçoveya ku hêzên kolluk çawa dixwestin hatiye amadkeirin.

Sekreterê Giştî yê KESK’ê Î. Hakki Tombul jî wiha got ew dê têkoşîna KESK’ê nekaribin asteng bikin. Tombul wiha pê de çû: “Li vî welatê faşîst pergal ancax dikare bedena hevalên me j ime dur bixe. Ruhê wan û nêrînên wan dê her tim b ime re be.

serokê Giştî yê Basin-îş Yakup Akkaya jî wiha got: “Têkoşîna kedê wisa hêsan nehat qezenckirin. Bi bedelan hat qezenc kirin. êrîş ne tenê li dijî KESK’ê li dijî hemû kesên li mafên xwe digere pêk hatiye.”