213 rojnameger hatin darizandin, cezayê girtîgehê li 20 rojnamegeran hate birîn

Expressîon Interrûpted ragihand ku di 4 mehan de 213 rojnameger hatine darizandin,57 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li 20 rojnamegeran hatiye birîn.

Expressîon Interrûpted a ku li Tirkiyeyê pêvajoya qanûnê ya li ser rojnameger û akademîsyenên ji azadiya îfadekirinê lêpirsîn li wan hatiye vekirin dişopîne, rapora xwe ya Rojeva Îfade û Azadiya Çapemeniyê weşand. Li gorî raporê di 4 mehên pêşîn ên vê salê de 213 rojnameger hatine darizandin û 57 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li 20 rojnamegeran hatiye birîn. Saziyê ragihand ku li 14 rojnamegeran jî lêpirsîneke nû hatiye vekirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku li gorî îstatîstîkên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê herî zêde Tirkiyeyê xala 10’emîn a azadiya îfadekirinê ya Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê bin pê kiriye. Di raporê de hate diyarkirin ku Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas de di rêza 153’an de cih digire.

BÎLANÇOYA BINPÊKIRINA MAFAN

-Di 4 mehên pêşîn ên salê de 213 rojnameger herî kêm ji ber dozekê hatine darizandin.

-Herî kêm 107 dozên li ser rojnamegeran didome û herî kêm li 16 rojnamegeran dozên nû hatin vekirin.

-Bi giştî 57 sal û 10 meh cezayê girtîgehê dane 20 rojnamegeran. Bi tenê di doza rojnameya Ozgur Gundemê de 21 sal ceza hate dayîn.

-Di 4 mehên pêşîn ên sala 2021’an de herî kêm êrîşên fizîkî li 9 rojnamegeran hate kirin, herî kêm 20 rojnameger carekê hatin hatine destgîrkirin, rojnamegerek hate girtin û 14 rojnamegeran ji ber lêpirsînên li wan hatine vekirin îfade dan.”