Li Tirkiyeyê zêdetirê 100 rojnamevanên ku piraniya wan Kurd in li pişt şibakên hesinî ne, bi vî awayî Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye mezintirîn girtîgeha cîhanê. Tê diyarkirin ku dê sala 2012 ji bo rojnamevanan salek dijwar be.
Li gor agahiyên ku Rêvebera Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) Alison Bethel-McKenzie dane, di sala 2012 de 72 rojnamevan hatine kuştin. Bethel-McKenzie di kongreya IPI’yê de axivî û diyar kir ku ji Somalî heta Sûriyeyê, ji Filîpînan heta Meksîka, ji Iraq ta Pakîstanê li gelek cihan rojnamevan li rastî gefên kuştin û sûîqestan tên.
Li gorî daneyên IPI’yê di sala 2010 de bi giştî 102 rojnamevan li cîhanê hatine kuştin û di sala 2009 de jî herî kêm 110 rojnamevan hatine kuştin.
Lê hê 6 mehên destpêkê yên sala 2012 tije nebûne, hejmara rojnamevanên hatine kuştin gihişt 72’yê. Ger ev rewşa heta îro hatiye, berdewam bike, dê bibe xirabtirîn sala ji bo rojnamevanan.
Alison Bethel-McKenzie bal kişand ser Bihara Ereban û destnîşan kir ku ev rejîm bi bandora çapemeniyê hildiweşin, lewma endamên çapemeniyê jî dibin hedefa vê yekê.
Bethel-McKenzie bang li hemû welat û hikûmetên cîhanê kir ku zêdetir rojnamevanan biparêzin û nehêlin dest bidin rojnamevanan.
Di sala 2012 de welatê ku nota herî xirab di warê azadiya çapemeniyê de wergirt Sûriye ye û li vî welatî 22 rojnamevan hatin kuştin. Heta niha Iraq di rêza destpêkê ya kuştina rojnamevanan de cih digirt, lê niha Sûriye yekemîntiyê ji Iraqê wergirtiye û îsal tu rojnamevan li Iraqê nehatine kuştin. Li Libnan û Behriyenê jî du rojnamevan di xwepêşandanan de hatin kuştin.
Li Asyayê jî di sala 2012 de 22 rojnamevan hatin kuştin, li Amerîkaya Latînê jî 14 kuştinên rojnamevanên pêk hatin.
Li Efrîkayê welatê herî xeter ji bo rojnamevanan Somalî ye. li Somaliyê heta niha 6 rojnavan di êrîşan de hatine kuştin.
Ev hejmarên ku ji aliyê IPI’yê ve hatine dîyarkirin, ne tenê hejmara rojnamevanên profesyonel in. IPI kesên ku ji ber nûçeyên di çapemeniya civakî de parvekirine û hatine kuştin di nava vana de dihesibîne.