19 sal in cînayeta parlamenterekî nayê ronîkirin

19 sal in cînayeta parlamenterekî nayê ronîkirin

Di ser kuştina parlamenterê DEP’ê yê Mehmet Sînar û rêveberê DEP’ê yê Êlihê ku di 4’ê îlona 1993’an de pêk hat 19 sal derbas bû. Ligel rapor û îfadeyan kiryar nehatin dîtin. Hevsera Sîncar, Cîhan Sîncar diyar kir ku di rewşa ev cînayet bên ronîkirin dê hemû kuştin ronî bibin û wihagot: “Lê ji bo ku ev pêk neyê dewlet her tiştî dike.”

Yek ji cînayetên kiryar nediyar yên salên 1990’î ya Mehmet Sîncar bû. Mehmet Sîncar di 4’ê îlona 1993’an de ji bo kuştina endamê DEP’ê (PM) Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç lêkolî bike çû Êlihê. Sîncar li kolana Elma bi rêveberê DEP’ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr re rastî êrîşa çekdarî hat. Di ser kuştina Sîncar de 19 sal derbas bû lê ev cînayet jî wekê yên din ronî nebû.

DI RAPORA SUSURLUKÊ DE CIH GIRT

Li navçeya Susurluk a Balikesîrê di 3’ê mijdara 1996’an de qezayek trafîkê qewimî û di vê qezayê de têkiliyê mafya-siyaset-dewletê derket holê. Li ser vê der barê kuştina Sîncar jî hin agahî derketin holê. Musteşarê serokatiyê Kutlu Savaş Rapora duyemîn a Susurlukê amade kiribû û îdia kir ku cînayet ji aliyê Mahmut Yildirim bi navê Yeşîl tê nasîn, Alattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesut Mehmetoglu ve hatiye kuştin. Ev bersûc pişte bi sûcê endamên rêxistina Hîzbûlahêne hatin girtin û îtîrafkirin wan cînayet pêk aniye. Lê ligel îtîrafan cînayet ronî nebû.

KETE GIRTEKÊN ERGENEKONÊ JÎ

Dîsa di îdianameya duyemîn a Ergenekonê de şahidê veşarî ‘Emek’ der barê kuştina Musa Anter û Mehmet Sîncar de agahî da. Di beşa der barê Velî Kuçuk de diyar kiribû ku tetikêşê JÎTEM’ê yê PKK’ê Alaatîn Kanat Sîncar kuştine. Şahidê veşarî gotibû Kanat, ji ber ku Mehmet Sîncar alîkarî daye PKK’ê ceza kirine, yanî kuştine. Ligel vê hêj bûyer ronî nebûye.

ÇÎROKA 19 SALAN

Cîhan Sîncar ji ANF’ê re axivî got serî li her derê dane lê ji ber demboriyê hatine redkirin. Sîcar wiha got: “Dewletê di 1997’an de dozek vekir lê bi neşopandinê bi encam kirin. Ev doz jî li hemberî rayagitşî a cihanê hate vekirin. Agahiya me jî ji vê tune bû. Me jî got dewlet titşekî nake em serî lê bidin. Bi hevalên DEP’ê re me serî lê da. Lê DEP jî hat girtin. Me serî li DMME’ê da lê wan jî bi hinceta demboriyê red kir.”

DEWLETÊ EM GILÎ KIRIN

Sîncar wiha got: “Dewletê her roj kujerek derdixist. Qaşo kujer bûn. Hemû derew bû. Yekitiya Parlamennnterê Ewropayê wê demê ji Tirkiyeyê rapor dixwest. Dewletê em gilî kirin. Got Sîncar û zarokên wê xwedî li Mehmet Sîncar dernakevin. Ev heqaret e ji bo me. Ez deh salan şaredar bûm. Hûn çawa tiştekî wisa dikin? Wezîrê Navxweyî me ji peywirê digire. Navnîşana min diyar bû, lê li şûna vê derew kirin.

EV BÊ ÇARESERKIRIN DÊ HEMÛ RONÎ BIBIN

Sîncar da zanîn k udi doza Hîzbulahê de kujerek derxistin û wiha got: “Ez û kurê xwe tevlî dozê bûn. Lê bersûc got wî nekuştiye. Ji xwe kesekî bê çare bû. qebûl nekir. Got ez nas nakim. Ev bûyereke kûr û tarî bû ji bo dewletê. Ger ev derkete dê hemû cinayet ronî bibana. Doz dirêj kirin. Piştî kuştinê em mexdur bûn pasaport nedan me. Em perîşan kirin. Mafên me ji destê me girtin.”

Sîncar anî ziman ku sibê dê goristanê ziyaret bikin û got sala borî ji ber ku çûne ziyaret goristanê doz li wan hatiye vekirin

WÊNEYÊN WÎ BÛ HINCETA CEZAYAN

Sîncar wiha got: “Ji ber ku wêneyê Sîncar li DEHAP’a Nisêbînê daliqandîbû der barê 6 kesan de doz vekirin. Doz di 25’ê sibata 2010’an de biryara wê hate dayîn. Ji bo wan 6 kesan bi hinceta propagandaya rêxistinê kirine 12 sal ceza dan wan.”