19 ciwanên Erdogan protesto kirin hatin binçavkirin

19 ciwanên Erdogan protesto kirin hatin binçavkirin

Beriya vekirina perwerdeya sala 2012-2013 ya Zanîngeha Enqereyê ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan tevlîbû, 19 xwendekarên ku xwestin xwepêşandana protestoyî pêkbînin hatin binçavkirin.

Rêveberiya zanîngehê beriya merasima vekirinê, ji bo pêşî li protestoyekî li dijî Serokwezîrê Tirk Erdogan bigire, serî li rêbazekî faşîzane da. Rêveberiyê beriya merasima vekirinê xwedekarên ku dê tevlî bibin, aşkera kirin. Di ketina salonê de li gorî lîsteyê kontrola nasnameyan hate kirin.

Xwedekarên ku bertek nîşanî pêkanîna akredîtasyonê dan, Serokwezîrê Tirk Erdogan û rêveberiya zanîngehê protesto kirin. Polîsên ku bi gaza bîberê êrîş kir, 12 xwendekar binçavkirin.

Komek ya xwendekaran jî li ser pira beramberî zanîngehê pankar vekir. Bi slogana Erdogan protesto kirin. 7 xwendekar binçavkirin.