17 salî 10 sal cezayê girtîgehê, 12 hezar TL cezayê pere

17 salî 10 sal cezayê girtîgehê, 12 hezar TL cezayê pere

Zarokê Kurd B.Y. yê 17 salî ku bi îdîaya “endamê rêxistina terorê ye” dihat darezandin, bi îfadeyên şahidê veşarî û weke delîl pejirandina nivîsên ji înternetê hatine girtin 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. 1. Dadgeha Zarokan ya Mêrsînê ceza taloq nekir, 10 sal cezayê girtîgehê bes jî nebû ,rabû 12 hezar TL cezayê pere jî li B.Y birî.

Li Tirkiyeya ku hema bêje her roj zarokên Kurdan dixin girtîgehan, bi îfadeyên ‘artêşa îmam’ û îfadeyên şahidên “veşarî” ku tu bingehek yê wan yê hiqûqî tuneye qurbanê dawî bû B.Y yê 17 salî. B.Y yê 17 salî ku ji Sêrt/Dihê ye û li navçeya Akdenîza Mêrsînê dimîne, di 11’ê kanûna 2011’an de di encama serdegirtina mala wan de hatibû binçavkirin. B.Y’yê ku piştî karûbarên li emniyetê qediyan sewqî dadgehê kirin û hate girtin, her wiha di derbarê wî de bi daxwaza 40 sal cezayê girtîgehê doz hate vekirin.

JI 17 SALÎ RE 7 SÛCDARKIRINÊN CUDA

B.Y’ê ku bi sûcdarkirina ‘Li dijî zagonên meş û xwepêşandana rabûn’, ‘Li ser navê rêxistinê çalakî kirin’, ‘Li dijî polîs rabûn’, ‘Propaganda rêxistinê kiriye’, ‘Madeyên teqemenî li gel xwe hilgirtiye’, ‘Bûyîna endamê rêxistinê’, ‘Zirardayîna kargeh û malê dewletê’ tê darezandin. B.Y. di rûniştina li 1.Dadgeha Zarokan ya Mêrsînê van sûcên ku avêtine ser wî qebûl nekir. B.Y dibêje ku ew çalakiyên ku tên gotin ew tevlî nebûye, kesê ku di wêneyan de jî ne ewe, di rûniştina dawî de tehliyeya xwe xwest.

GIRTÎGEH BES NEBÛ CEZAYÊ PERE JÎ LÊ BIRÎN

Heyeta dadgehê ku guhdarî îfadeyên B.Y nekirin, îfadeyên “şahidê veşarî”, nivîsên di înternetê de û îfadeyên polîsan weke “delîl” pejirand. Piştî rûniştinê heyeta dadgehê nirxandinek kir û 10 sal cezayê girtîgehê li B.Y yê 17 salî birîn. Heyeta dadgehê ji cezayê ku daye B.Y têr nebû û 12 hezar TL cezayê pere jî lê birî. B.Y şandin Girtîgeha Osmaniyeyê.