15 sal cezayê girtîgehê ji parêzer Ûlaş re tê xwestin
Derbarê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş ku ji dosyaya Komeleya Jinan a Rosayê tê darizandin, 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Derbarê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş ku ji dosyaya Komeleya Jinan a Rosayê tê darizandin, 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Derbarê endama rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş de ji ber xebatên komeleyê bi îdiaya “endama rêxistinê ye” doz hat vekirin. 7’emîn rûnîştina dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Ûlaş û parêzerê wê Gozde Ergîn û Oyku Çakmak di rûniştinê de amade bûn.
Di rûniştinê de şande hat guhertin. Dozgeriyê lêgerînên xwe pêşkeşî dadgehê kir û îdia kir ku Ûlaş sûc kiriye û xwest 7 sal û 6 meh heta 15 salan cezayê girtîgehê li Ûlaş bê birîn.
Parêzerên Ûlaş daxwaza berfirehkirina lêpirsînê û dem xwestin.
Şandeya dadgehê ya demî biryar da ku wê şandeya pêşîn biryara daxwaza berfirehkirina lêpirsînê bide û rûniştin taloqî 28’ê Sibata 2023’an kir.