13 xwendekarên tibê hatin girtin

13 xwendekarên tibê hatin girtin

Ji 46 xwendekar û bijîşkên tibê yên ku 2 roj berê di encama operasyona ku li 7 bajaran pêk hatibû de hatibûn binçavkirin 33 xwendekar serbest hatin berdan, 13 xwendekar jî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

46 kesên ku di operasyona 2 roj berê li 7 bajaran bi awayekî hemwext pêk hatibû de hatibûn binçavkirin, piştî kirarên li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê qediya, sewqî edliyeyê hatin kirin. 46 kesên ku ji xwendekar û bijîşkên tibê pêk tên li pêşberî dozger îfade dan. Dozger piştî îfadedayînê Çaglar Çavûşoglû, Esat Yetkîn, Hazel Dara, Işin Çelîk, Levent Ogûz, Suheyla Ertaş, Tûrgay Top, Lezgîn Kiran, Firat Kaya, Alî Çaliş, Yelîz Çîçek, Akin Taş û Gulçîn Korkût serbest berda û 33 xwendekar bi daxwaza bên girtin sewqî dadgehê kir.

12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê piştî îfadeya 33 xwendekaran 20 xwendekar serbest berdan û der barê 13 xwendekaran biryara girtinê da. Navê xwendekarên ku bi angaşta "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin wiha ye: Tûncay Gokçen, Ahmet Demîrer, Bîrhat Şîmşek, Mehmet Aydin, Mehmet Bûdak, Mûstafa Akin, Ozgur Mert Bakan, Fatîh Sûltan Altin, Recep Kar, Zulkuf Akelma, Perîşan Akan, Mûstafa Karakût û Ahmet Karer.

Xwendekarên ku hatine girtin hîn jî li avahiya edliyeyê têne girtin. Xizmên xwendekaran li ber edliyeyê li benda derxistina xwendekaran in.