10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Bolûyê ragihandin ku, ew îro dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Çankirinê jî 3 girtiyan aşkera kir ku, wan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir.
Hate zanîn ku, 10 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T ya Boluyê jî biryara tevlî çalakiya gireva birçîbûnê ya di 12'ê îlonê de bi armanca şertên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, bibin girtin û hate ragihandin ku îro dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Çankirinê jî 3 girtiyan bi heman armancê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Girtiyên bi navê Kader Îdîn, Mahmut Balkaş û Rojhat Ozkan bi riya malbatên xwe daxuyanî dan anîn ziman ku duh dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.
Li gorî daneyên TUHAD-FED’ê li nêzî 40 girtîgehan derdora 316 girtiyan dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.