11 sal cezayê girtîgehê li hevşaredarên berê yên Colemêrgê hate birîn

11 sal cezayê girtîgehê li hevşaredarên berê yên Colemêrgê Dîlek Hatîoglû û Nûrûllah Çîftçî re hate birîn.

Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ji bo Hevşaredarên Colemêrgê yên berê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî biryara “binpêkirina darizandina adilane” dabû. Li ser vê yekê hevşaredar ji nû ve hatin darizandin. Rûniştina dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat kirin. Hatîpoglû, Çîftçî û parêzerên wan tevlî rûniştinê bûn. Her wiha Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Hevşaredara Erdîş a Wanê ya berê Dîba Keskîn û gelek kes jî di rûniştina dozê de amade bûn. 

Rûniştin, piştî tespîtkirina nasnameya dest pê kir. Piştre jî Hatîpoglû da zanîn ku ev 8 sal in darizandineke adilane nehatiye kirin û wiha got: “Şert û mercên darizandina adilane mafê min ê bingehîn e û divê em bikarin mafên xwe bi kar bînin. Divê dadgeha we şert û mercên min guncav bike ku ez bikarim parastina xwe bikim. Şert û mercên girtîgehê jî ji bo darizandineke adilane guncav nînin. Li ser biryara AYM’ê, ji hezar û 300 km dûr ez anîm vê derê. Bi wesayîta rîngê hatim û li girtîgeha lê hatime veguhestin jî 15 rojan di hucreyê de dimînim. Ev yek li pêşiya parastina min astengî ye. Lewma divê şert û mercên darizandineke adilane bên amadekirin û daxwaza berdana xwe dikim.”

Piştre jî Çîftçî parastina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Ev 8 sal in girtî me û mafê min ê parastinê ji min hatiye stendin. Bi sedan kîlometre dûr em bi wesayîta rîngê anîn vê derê. Ev yek jî parastina min asteng dike. Dirêjiya rê û şertên girtîgehê ji hêla ruhî û fîzîkî ve li ber parastina min astengî ne. Dixwazim ku înfaz bê sekinandin, şertên darizandineke adilane bi cih bên û ez bêm berdan.” 

Heyeta dadgehê jî daxwaza darizandina adilane û amadekirina şert û mercên guncav a hevşaredaran weke bikaranîna “mafê bêdengmayînê” nirxand. 

Piştre jî dozgeriyê mutalaaya xwe xwend û xwest ku biryara dadgehê ya berê bê erêkirin û biryar bê dayîn ku înfaz nayê rawestandin. 

Piştî navbereke kin, heyeta dadgehê biryara xwe da. Dadgehê daxwaza beraetê red kir û li hevşaredaran 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.