11 rojnamevan dîl hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî de ku ji Amedê destpê kirin û li 21 bajaran dewam kirin, 11 rojnamevan hatin destgîrkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de ku ji Amedê destpê kirin û li 21 bajaran dewam kirin, 11 rojnamevan hatin destgîrkirin.
Di demeke kurt a beriya hilbijartinê de, li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Çewlîg, Wan, Şirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bûrsa, Stenbol, Îzmîr, Mersîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwas, Meletî, Semsûr û Enqereyê serdegirtin li dehan mal û kargehan hate kirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok, nûçegihanên MA'yê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç, Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer, rojnamevan Mehmet Yalçin, Mikaîl Barût, Salîh Keleş, Remzî Akkaya û Arîf Akkaya hatin destgîrkirin.
Rojnamevan bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin sûcdarkirin. Hate ragihandin ku rojnamevan birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê.