Federasyona Mafên Mirovan ya Neteweyî (FIDH) û Rêxistina li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT), rapora bi navê "Parêzvanên Mafên Mirovan: Heta bêsûcdariya wan tê îspatkirin sûçdarin" berê li Fransayê aşkera kir û li Tirkiyeyê jî danisandina wê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê pêk anî. Di raporê de ji meha sibatê li Tirkiyeyê 105 rojnameger, 45 parêzer, 19 parêzvanên mafên mirovan û 42 sendîkavan hêj girtî ne. DMME'yê der heqê Tirkiyeyê 174 biryarên mafên mirovan binpêkirin dan û li DMME'yê derheqê Tirkiyeyê de 19 hezar û 988 doz hatin vekirin.
FIDH û OMCT rapora bi navê "Parêzvanên Mafên Mirovan: Heta bêsûcdariya wan tê îspatkirin sûçdarin" berê li Fransayê aşkera kir û danisandina wê jî bi civîneke çapemeniyê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê pêk anî. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, Alîkarê Serokê Giştî yê FIDH'ê Yusuf Alataş tevlî civînê bûn. Di raporê de ji meha sibatê li Tirkiyeyê 105 rojnameger, 45 parêzer, 19 parêzvanên mafên mirovan û 42 sendîkavan girtîne.
Di raporê de rewşa Rêveberê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê berê yê Amedê Muharrem Erbey yê ku di kanuna 2009'an de hate girtin nîşan dan. Di raporê de hate diyarkirin ku ji ber TMK'ê binpêkirinên mafên mirovan ji yên Çînê bêtirin. Di raporê de hate gotin ku li DMME'yê der heqê Tirkiyeyê de 174 biryarên binpêkirinên mafên mirovên hatin dayîn hene û hêj der heqê Tirkiyeyê de 19 hezar û 988 doz li DMME2yê hatine vekirin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku li Tirkiyeyê di sala 2011'an de 312 çalakiyên aştiyane rastî mudaxeleyê hatin, der heqê 491 kesên tevlî çalakiyan bûn 87 doz hatine vekirin û hezar û 561 sal ceza hatine dayîn. Di raporê de hate gotin di sala 2010'an de 6 rojnamegeran ceza girt û di sala 2011'an de jî 27 rojnamegeran ceza girtin û rojnamegerên şîdeta zayendî ya li hemberî zarokên li Girtîgeha Pozantiyê derxistin holê Ozlem Aguş, Alî Buluş û Hamdullah Keser hatin binçavkirin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku mafê parastinê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate binpêkirin û di 22'yê mijdara 2011'an de 30 parêzer hatin girtin û wiha hate gotin: "Ev hemû kes bi zagonî nûnertiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin." Di raporê de dozên bi navê "KCK'ê" jî cih girtin û di beşa pêşniyaran de hate xwestin Tirkiye bi Delarasyona Parêzvanên Mafên Mirovan ya NY'ê re bixebite. Di raporê de parêzvanên mafên mirovan û sendîkavan jî lêhatin zêdekirin.
TURKDOGAN: BILA DADGEHÊN TAYBET BÊN RAKIRIN
Di civînê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan axivî û diyar kir ku, gotinên wan bi "3'emîn Paketa Dadê" hate piştrastkirin û lê ya girîng "4'emîn Paketa Dadê" ye. Turkdogan, dadgehên taybet rexne kirin û wiha got: "Heta li vî welatî pergala dadê ya teybet bi dawî nebe pirsgirêkên di qada azadiya raman de xelas nabin. Heke li welatekî dada taybet hebe ji kesên din re hiqûqa cuda tê pêk anîn. Divê teqez dadgehên taybet û dozgerên taybet ji holê bên rakirin."
'DI LÊPIRSÎNA DERHEQÊ MIN DE HATE VEKIRIN DE NAVÊ MIN ŞAŞ HATIYE NIVÎSÎN'
Turkdogan, destûra wezareta dadê ji parêzeran re dayî jî weke skandal bi nav kir û wiha axivî: "Di wê lêpirsînê de navê min jî heye. Lê şaş hatiye nivîsandin. Baroya min jî şaş nivîsandin e. Ji ber wê yekê min peyda nakin. Yanî baweriyê bi azadiya raman naynin. Heke parêzer li dadegehê gumandar neparêzin dê li ku biaxivin." Turkdogan, girtihên li hemberî BDP'ê jî pêktên rexne kir û wiha pê de çû: "Êdî divê baweryê bi xebatên BDP'ê yên siyasî bên kirin. Heke hemû xebatên wê partiyê weke 'rêxistina çekdar ya dijzagonî' bên dîtin wê demê li vî welatî tu kes bêsûc namîne. Wê demê hemû kurd sûcdarin."
ALATAŞ: LI TIRKIYEYÊ DI BIN NAVÊ DEMOKRASIYÊ DE MUXALÎF DIBIN ZEXTAN DE NE
Alîkarê Serokê Giştî yê FIDH'ê Yusuf Alataş jî diyar kir ku li Tirkiyeyê di salên 2000'ê de gavên demokratîk avêtin û karên pozîtîf pêk hatin û wiha got: "Piştî sala 2005'an naveroka pêşîlêvekirina kurd nehate dagirtin û rejîm ber bi otorîterbûnê ve çû. Li Tirkiyeyê azadiya raman û azadiya çapemeniyê tuneye. Zextên gelek cîdî li ser hene. Hevîdar im dê Tirkiye di demek gelek kin de ji vê şermê xelas bibe." Alataş, anî ziman ku li Tirkiyeyê di bin navê demokrasiyê de muxalîf tên tepisandin û wiha axivî: "Hemû hêzên muxalîf tên tepisandin û vê yekê jî di bin navê demokrasiyê de dikin. Rojeva Tirkiyeyê bi rojevên vala tê mijulkirin. Pirsgirêka herî girîng a kurd e." Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn rexne kir.