KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Endamê Meclîsa HDP’ê Acar hate girtin
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Mûhsîn Acar ku beriya hefteyekê di serdegirtina malê de hatibû destgîrkirin, li dadgehê hate girtin. -
Hate îdîakirin ku leşkeran li Qereyazî êşkence li gundiyan kiriye
Diyar bû li gundê Cawûş yê navçeya Qereyazî ya Erziromê leşkeran serê sibê bi ser malan de girtin û êşkence li gundiyan kirin. -
Balafirên şer ên Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin
Balafirên şer ên Tirk deverên Xakûrkê, Avaşîn, Heftenîn û Metînayê bombe kirin. Di êrîşê de ti ziyan negihiştine hêzên gerîla. -
Heyeta Bakur li Silêmaniyê bi rewşenbîran re civiya
Heyeta ji Bakurê Kurdistanê berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê ji bo yekîtiya netewî bi rewşenbîran re civiya. -
Bûldan: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, qet nayê pejirandin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, qet nayê pejirandin. Di serî de Girtîgeha Îmralî îro Tirkiye hemû di bin tecrîdê de ye.” -
KCK: Heta azadiya Rêber Apo wê berxwedana me bidome!
KCK: Gerîla di serî de hemû hêzên têkoşer ên Tevgera me ya Azadiyê bi hêza ku ji xwedîlêderketina Rêber Apo digire, heta azadiya Rêber Apo û gelê Kurd wê bidome. -
Xizmeta ji bo gel bûye ‘sûc’
Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku li Wanê li ser gel û saziyan zextên mezin hene û hemû xizmetên şaredariyan sûc tên hesibandin û dikevin îddîanameyan. -
Cenga Heftenînê geş dibe artêşa dagirker têk diçe
Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê bi hemû dijwariya xwe bê navber dewam dike. Gerîlayên HPG/YJA Starê di çerçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li girê Partîzan derbeyên xurt li artêşa Tirk dan. -
Ji Konyayê rêwitiya ber bi çiyayên azad ve
Serdem Qamişlo piştî êrîşa DAÎŞ’ê ku koçberî Konya bû, PKK nas kir û beşdarî gerîla bû got; “Cara destpêkê di parêznameyên Rêbertî de bi têgiha “Azadî” ya bêkêmasî re rû bi rû mam.” -
Rapora ÎHD a ‘2019’an: Xesp, êşkence, qirkirina siyasî
ÎHD’ê ‘Rapora Binpêkirina Mafê Mirovan a Sala 2019’an’ eşkere kir. Di raporê de bal kişandin ser xespkirin, êşknece û qirkirina siyasî. Her wiha ÎHD’ê îşaret bi wê yekê kir tavilê dawî li tecrîda Îmralî divê bê anîn. -
Şehîdên Cizîrê di salvegera 4'an de hatin bîranîn
Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê di salvegera 4'an de şehîdên Cizîrê bi bîr anî. -
Mûradpûr ê HPG'î li Mexmûrê bi merasîmekê hate veşartin
Gerîlayê HPG'ê Ahmed Mûradpûr (Bêkes Ûrmiye) ku di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bû li Mexmûrê bi merasîmekê hate veşartin. -
Partî û saziyên Kurd li dijî ambargoyê li Mexmûrê ne
Nûnerên KCD, HDP, PÎA û Partiya Azadî, serdana Kampa Mexmûrê kirin ku ambargo li ser heye. -
Polîsan hewl dan kekê Dag a HDP'î birevînin!
Polîsan hewl dan Azad Dag kekê Parlamentera HDP'ê Dersim Dag birevînin. -
HPG'ê gerîla Bêkes ê li Mexmûrê şehîd bû bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, gerîlayê ku li Mexmûrê di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de 2'ê Sibatê şehîd bû bi bîr anî. -
KJK'ê ji bo Dayika Guzel peyama sersaxiyê weşand
KJK'ê ji bo Emûttûllah Guzel peyama sersaxiyê weşand û diyar kir, "Di serî de gelê Amedê em bang li Kurdistaniyan hemûyan dikin ku bi xurtî xwedî li kesayeta berxwedan û serhildanê ya Dayika Guzel derkevin." -
'Tecrîd li tevahiya jiyanê hatiye belavkirin'
Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in tecrîdkirî ye û got, "Tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, tecrîd êdî li nava jiyanê belav bûye." -
Înanç ê ku endezyarê zîreetê ye, çawa bû midûrê AFAD'ê?
Eşkere bû ku Midûrê AFAD'ê yê Wanê Nevzat Înanç endezyarê Zîreetê ye û ji ber ku nêzî AKP'ê ye bûye midûrê AFAD'ê. -
Li Şirnex û Cizîrê destdirêjî-destavêtin hate protestokirin
Îstismar, destdirêjî û destavêtina li navçeya Cizîr û Şirnexê tên kirin bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Hejmara kesên ji ber aşûta li Mîskê mirin zêde bûn
Rayedarên dewleta Tirk ragihand ku hejmara kesên li ber aşûtê li navçeya Miskê ya Wanê ketine û mirine derket 41’ê, çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku ev hejmar hê zêdetire. -
Mexdûrê qeyûm jî di bin aşûtê de ma
Yek ji kesên di karesata aşûtê de jiyana xwe ji dest da Mûrat Kapagan ê 27 salî ye. Kapagan li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê qeyûm ve ji kar hatibû derxistin. -
96 roj in cenazeyê Olçen nadin malbata wî
Erhan Olçen ê ku li Licê di şer de şehîd bûbû, 96 roj in cenazeyê wî nadin malbata wî. -
Yekîneyên Tolhildanê li Amedê sê çalakî kirin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz li Amedê sê çalakiyên cuda li dijî nokeran pêk anî. -
KCD’ê ji bo mirinên ji ber aşûtê şîn îlan kir
Kongreya Civakî ya Demokratîk cangoriyên aşûta Wanê bi bîr anî, ji bo du rojan şîn îlan kir û banga hevgirtinê kir. -
Di bobeleta aşûtê de hejmara miriyan tê veşartin
Di bobelata aşûtê de ya ku 38 kes miribûn, tê diyarkirin ku hejmara miriyan gelekî zêde ye.