KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Karayilan: Zînî Wertê meseleya Kurdan hemûyan e
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku rewşa li Zînî Wertê ne tenê bûyereke di navbera PKK û PDK'ê de ye û got, "Eger planeke PDK'ê tune be divê ji bo venekişînê ewqasî israr neke." -
HPG'ê li herêma Cûdî çalakiya sabotajê kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku yekîneyên gerîla li herêma çiyayê Cûdî li dijî karê 'rêya ewlekariyê' yê artêşa Tirk çalakiya sabotajê kir. Li gorî daxuyaniyê li qadeke din a herêma Cûdî operasyona leşkerî dest pê kir. -
Saziyên Şengalê êrîşên hovane yên dewleta Tirk şermezar kirin
Serokê Meclîsa Gel a Komala Dohula, Salih Şengalî êrişên dewleta Tirk li dijî goristanên gerîlayan û yên li ser pîrozbahiyên Êzidî û Elewiyan şermezar kir. -
NPG’ê di salvegera 16’emîn de Pêngava Hezîranê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) salvegera 16’emîn a Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an pîroz kir û diyar kir ku wê gerîla bi feraseteke pêngavî têkeve vê serdema nû. -
Hozat: Eger Kurd vê demê nebin wê kengî bibin yek?
Hozat bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got, "Desthilatdariya qirker a AKP-MHP'ê derfetên dewletê hemûyan ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne. Ya ku rêxistinên Kurd divê bike jî ew e ku bi yekîtiya neteweyî bersivê bide van êrişên qirker." -
Başaran: AKP û dewleta kûr hatin cem hev û rejîmeke nû ava kirin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran anî ziman ku hikûmeta AKP'ê weke sivîl xuya dike, lê tenê dikare bi darê zorê li ser piyan bimîne û got: "AKP û dewleta kûr hatin cem hev û rejîmeke nû ava kirin." -
'Di sala 17'an a pêngava 1’ê Hezîranê de wê şer hîn bi xurtî bidome'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku piştî Pêngava 15'ê Tebaxê pêngava herî girîng Pêngava 1'ê Hezîranê ye û got, "Di sala 17'an a Pêngava 1'ê Hezîranê de ev şer wê hîn bi xurtî bidome." -
PJAK: Em êrîşên dagirker û nokeran şermezar dikin
PJAK’ê diyar kir ku di 26’ê Gulanê de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 2 gerîla û 3 welatparêz şehîd bûne. PJAK’ê bal kişand ser vî tiştî ku wê divê li hemberî van êrîşên dagirker û nokeran tu kes bêdeng nemîne. -
Li 19 gundên Bedlîsê ‘qedexeya’ derketina derve
Desthilatdariya AKP û MHP’ê li 19 gundên Bedlîsê ‘qedexeya’ derketina derve ragihand. -
Gerîlayan xwe berdan nava dagirkeran: 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Çelê xwe berdan nava artêşa Tirk a dagirker û çalakiyek kirin. Di çalakiyê de yek jê fermandarê komê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û çekek leşkeran jî hate desteserkirin. -
Hejmara mirovên li Amedê hatin destgîrkirin bû 3 kes
Li navçeya Rezan a Amedê, kesê bi navê A.P. ku tê îdîakirin di bûyera kuştina polîsekî de çek bi kar aniye hatiye destgîrkirin. -
4 kesên ku êşkence li wan kiribûn dîsa hatin destgîrkirin
Li gundê Şêba Jêr a navçeya Dêrîkê, 4 kesên ku par hatibûn destgîrkirin û îşkencekirin, îro leşkerên Tirk dîsa bi ser malên wan de girtin û ew destgîr kirin. -
KONGRA-GEL: Têkoşîna hevpar ne ya taloqkirinê ye, gelekî girîng e!
KONGRA-GEL bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê kir û diyar kir, "Têkoşîna hevpar ne ya taloqkirinê ye, gelekî girîng e. Ji bo têkbirina vê tifaqa çete, her tişt rewa ye." -
'Bêdengiya rêveberiya herêmê tê wateya alîkariya bi êrişê re'
Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê (Tevgera Azadî) ragihand, ku divê gelê Kurd li dijî dagirkeriyê, palpiştên dagirkeran û tevna sîxuriyê ya dagirkeran helwestê nîşan bide. -
Hêzên rejîma Îranê 4 kolber birîndar kirin
Di nava wan du rojên dawî de hêzên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Serdeşt û Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê 4 kolber birîndar kirin. -
Şêniyên Serdeştê banga vegerê li Şengaliyan dikin
Li gel zor û zehmetiyan şêniyên Şengalê jiyanê ji nû ve li Şengalê ava dikin. Şêniyên li Serdeştê bang li Şengaliyên koçber bûne kirin ku li warê xwe vegerin. -
Li Rezanê 2 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Rezan a Amedê, piştî ku polîsek hate kuştin 2 kes hatin destgîrkirin. -
Li Wanê karantîna veguheriye êşkenceyê
Ji ber wernegirtina tevdîrên têrker, vîrûsa koronayê li Wanê zû belav dibe. Tê gotin, mirovên di karantînayê de ne jî bi tenê hatine hiştin, bi wan re eleqedar nabin û bi vî rengî karantîna veguheriye êşkenceyê. -
Qeyyûm li Sêrtê pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan hilweşand
Qeyûmê AKP û MHP’ê yê dest danîbû ser şaredariya Sêrtê Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan hilweşand. -
Li Rezana Amedê çalakiyeke çekdarî: Polîsek birîndar bû
Li Rezana Amedê li dijî polîsan çalakiyeke çekdarî hate kirin. Hate diyarkirin ku polîsek birîndar bû. -
YPS-Jin rêze çalakî kirin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan Denîz a YPS-Jin ragihand ku ji bo bîranîna Fermandar Zeryan Denîz a 28’ê Gulana 2016’an li Şirnexê şehîd bûye, rêze çalakî lidar xistine. -
Hestiyên li Kerboranê hatin dîtin birin Stenbolê
Hestiyên li Kerboran a Mêrdînê hatin dîtin ji bo lêkolînê birin ATK ya Stenbolê. -
Balafirên Tirk bombe li sivîlan barand: 2 sivîl hatin qetilkirin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li sivîlan barandin bav û kur qetil kirin. -
Li ser Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêkhat
Di êrîşên hewayî de, yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê de, hate diyarkirin li Xakurkê, Heftanîn û Garê hin cih ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine bombekirin. -
Nasnameyên 3 gerilayên şehîd hate ragihandin
Nasnameya 3 gerîlayên jin ku 5'ê Cotmeha 2019'an bi êrîşa hewayî ya artêşa Tirk şehîd bûbûn hate ragihandin.