KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê agir li dexl û dan ket
Li Şengalê ji ber agirê derketî zeviyan gelek dexl û danê xelkê şewitî. -
Aqûbeta Aydogan ê dewleta Tirk ‘winda’ kir pirsîn
Şaxa ÎHD’ê ya Amed û malbat serpêhatiya Nîhat Aydogan ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate ‘windakirin’ hate vegotin. -
Xebata Hevalbendiya Kurdistanî banga têkoşînê kir
Xebata Hevalbendiya Kurdistanî li dijî girtina wekîlên HDP'ê Guven û Farisogullari daxuyanî da, got ev têkçûna demokrasiyê ye û banga têkoşînê kir. -
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Êrîş Mordem li Amedê çalakî kir
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Êrîş Mordem a ku li Amedê dijî hêzên dewletê û kesên madeyên tiryakê difiroşin çalakî kir û got: “Wê tim di hedefa me de bin.” -
Li Rihayê ji bo mehekê çalakî hatin qedexekirin
Walîtiya Wanê li navenda bajar û navçeyên wê hemû çalakî û aktivîte ji bo 30 rojan hate qedexekirin. -
Lêhat Botî li Cizîrê hate veşartin
Welatparêzê Kurd ê ji Kurdistanê ku 2'yê Hezîranê li Elmanyayê bajarê Wuppertalê çûyî ser dilovaniya xwe li bajarê xwe Cizîrê bi merasîmekê hate veşartin. -
YBŞ: Em hevrêyê xwe Hesen bi rêzdarî bibîr tînin
Fermandariya YBŞ’ê şervanê xwe yê ji civaka Ereb Hesen El Bîcarî yê 30’ê Gulanê di encama krîza dil de şehîd bûbû, bibîr anî. -
Însyatîfa Zarokên Agir: Rawestgeha Tramvayê hatiye şewitandin
Însyatîfa Zarokê Agir ragihand ku li Stenbolê rawestgeheke ya tramvayê û sîstema elektirîkê şewitandine. -
HPG'ê li Cûdî derbeke serkeftî li artêşa Tirk da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, hêzên wan li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê derbeke serkeftî li yekîneyên artêşa Tirk dane. -
Yusra Receb: Pêwîstî bi planeke stratejîk heye, ne bi çareseriyeke demkî
Wekîla Parlamenta Iraqê Yusra Receb tevdîrên hikumetê yên têkildarî vîrûsa koronayê rexne kir û diyar kir ku welatî bêyî ku karibin pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bikin, neçar hatine hiştin ku di karantînayê de bimînin. -
Yekîneya Tolhildanê ya YPS li dijî nobedarekî li Amedê çalakî kir
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Sûrê ya YPS'ê li Amedê nobedarek ceza kirin, dest li ser çeka nobedar danîn. Yekîneyê got, ''Her gav li her deverê wê bibin hedefa me.'' -
Polîsên Tirk li Amedê jî êriş birin ser HDP'iyan
Rêxistina HDP'ê ya Amedê betalkirina wekîltiya 3 parlamenteran bi daxuyaniyekê şermezar kir. Lê belê polîsên Tirk êriş birin ser çalakgeran. -
DFG: 105 rojnamevan girtî ne
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê ragihand ku di nava meha Gulanê de 2 rojnamevan hatin girtin, doz li 9 rojnamevanan hate vekirin, êşkence li du rojnamevanan hate kirin û hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 105 kesî. -
HPG'ê 5 gerîlayên li Mûşê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên ku di mehên Mijdar û Kanûna 2019'an de li başûrê Mûşê şehîd bûn eşkere kir û ew bi bîr anî. -
Zeviyê TÎGEM'ê yê li Serêkaniyê hate şewitandin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Salih Kandal li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê agir berdan zeviyê genim û makîneya çinînê yên Midûriyeta Giştî ya Karên Çandiniyê (TÎGEM). -
Şaredarê AKP'î yê Artemêtanê dest bi talan û birîna spîndaran kir
Şaredarê Artemêtanê yê AKP'î, bi îdîaya ku dibe sedema polenê û nexweşiyên alerjîk, dest bi birîna spîndaran kir. Şaredarê AKP'î yê talanker Îsmaîl Say heta niha bi hezaran dar birî. -
Rê neda cenazeyê gerîlayê TÎKKO/TKP-ML Ataş bikeve Dersimê
Rê nehate dayîn ku cenazeyê gerîlayê TÎKKO/TKP-ML Ataş ê di şerekî li Pîlemûriyê de şehîd bûbû bikeve Dersimê. -
Li Hewlêrê xwepêşandanên gel destpê kir
Xelkê Kelekê ya girêdayî Hewlêrê ji bo debar û jiyana xwe li benda kontrolê ya di navbera Hewlêr-Dihokê ya li Kelekê de dest bi xwepêşandanekê kiriye. -
Balafirên şer ên Tirk Amêdiyê dîsa bombe kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Amêdiyê ya ser bi herêma Behdînanê bombebaran kirin, ziyanek mezin gihandin xwezaya deverê. -
Malbata Bûlût şehîdên xwe bibîr anî
Malbata Ehmed Bûlût a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê dijî, bi merasîmekê şehîdên xwe bibîr anî. -
Li Elbakê 3 leşker hatin kuştin
Hêzên gerîla li navçeya Elbak a Wanê, li dijî wesayiteke artêşa Tirk a dagirker a bi tîpa Reo ku ji qereqola Kela Esmerê diçû qereqola Xelkavayê çalakiyeke sabotajê kirin. Derb li wesayitê hate xistin û herî kêm 3 leşker hatin kuştin. -
Polîsan bi copan êşkence kirin, hewl dan ku bixeniqînin
Di rapora ÎHD'ê û TÎHV'ê û Baroya Amedê de hate gotin M.E.C li emniyetê êşkence lê hatiye kirin. -
Li Amedê mekîneyên kar ên qeyûmê dagirker hatin şewitandin
Li Amedê Yekîneya Tolhildanê mekîneyên kar ên qeyûmê dagirker şewitandin. Yekîneyê ragihand ên ku êrîşê tînin ser gel wê werin cezakirin. -
Yekîneyên Tolhildanê li Semsûr, Çorûm û Kocaeliyê çalakî li dar xistin
Yekîneyên Tolhildanê li Semsûr, Çorûm û Kocaeliyê li dijî faşîstên alîgirên AKP û MHP’ê çalakî li dar xistin. -
Ciwanekî Êzidî li navçeya Şêxan bi lêdanê hate destgîrkirin
Li navçeya Şêxan a Duhokê, ciwanekî Êzidî Ehmed Mîrza yê li kampê dima bi lêdanê ji aliyê asayîşa navçeyê hate destgîrkirin.