KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Meşa HDP'ê bû tirsa dilê AKP'ê
Beriya meşa HDP'ê ya ber bi Enqereyê ve, piştî biryara qedexeyê ya li Colemêrg, Wan û Tekîrdagê, li Şirnexê jî "çalakî û xwepêşandanên" li bajêr li gel ketin û derketina nava bajêr hatin qedexekirin. -
Xelkê Şengalê vedigere ser xaka xwe
Xelkê Şengalê yê ji ber hovîtiya DAÎŞ’ê neçar mayî xaka xwe biterikîne vedigere ser warê xwe. -
Qadek ji bihuşta li ser rûyê erdê: Gundê Emera
Dema mirov ji quntara çiyê lê dinere, deşteke ku bi rengê bêhempa yê biharê xemiliye dibîne. Ev dever qadeke navbera Kanîreşê û Gimgimê ye. Yek ji bihuştên li ser rûyê erdê, gundê Emera ye. -
Li Kerkûkê 47 kesên din bi şewba koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand: “Îro li Kerkûkê 47 kesên din bi şewba koronayê ketine.” -
Wê gelê Helebçeyê bi pêşengtiya jinan meşekê li dar bixin
Bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer (JCT) û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) wê roja 15’ê Hezîranê bi mebesta şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk û tundiya li ser jinan meşekê li dar bixin. -
HPG'ê derbarê êrîşên dagirker daxuyanî da -HATE NÛKIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Waliyê mêtinger ê Wanê Meşa Demokrasiyê 'qedexe' kir
Waliyê mêtinger ê Wanê Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê 'qedexe' kir. -
‘Di xebatên kongreya netewî de ya girîng siberoja Kurdistanê ye’
Hevserokê DTK’ê Bedran Ozturk, têkildarî Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurd axivî û got: “Di vê xebatê de girîngiya partiyan nîne. Girîngiya siberoja gelê me û Kurdistanê heye.” -
Waliyê Kerkûkê Cibûrî daxwaza vegera Erebên derdor a li Kerkûkê kir
Waliyê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî bi belgeyekî veşartî, daxwaza komekî Erebên li derdor ji bo sinorên bajarê Kerkûkê kiriye. -
Dewleta Tirk ji bo qalekolê bi hezaran dar birî
Ji bo çêkirina qalekola di nabeyna gundên Sobitnê û Bêşerê de li Çiyayê Cûdî tê avakirin bi hezaran dar têne birîn. -
HPG’ê nasnameya şehîdên Îdirê eşkere kir
HPG’ê ya ku nasnameya 4 gerîlayên ku 8’ê Hezîranê li Îdirê şehîd bûbûn eşkere kir got: “Hevrêyên me Hejar, Mezlûm, Sarîna û Serhet, berxwedanekî destanî raberkirine.” -
Bavê gerîla û girtiyan Ateş çû ber dilovaniya xwe
Bavê gerîla û girtiyan Teyfîk Ateş, xwîn çû ser mêjiyê wî, li ser vê çû ber dilovaniya xwe. -
Êrîşên sîstematîk ên dewletê ya li Herêma Zîlan didomin
Armanca esasî ya dewleta Tirk a li Herêma Zîlan a nêzî 90 sal in bi qetlîam, koçberî, bendav, talan, mêtingerî û HES’an dixwaze sirûşt, dîrok, erdnîgarî û siberoja gelê Kurd tine bike. -
Bertîlxwerê Elbakê Mûgdat ê AKP’î!
Li Elbak a hê birînên erdhejê nehatî pêçan hinek AKPy’iyên ku ketin tevgerê li dorî Mûgdat Sarihan ê AKP’yî kom dibin bi vekirî pere û bertîlan ji xelkê digirin. -
Kalkan: Wê Pêngava Tolhildana Qasim Engîn were destpêkirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan got şehîdbûna Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn bûye sedema êş û hêrseke mezin û got, bi pêngava tolhildanê ya ku wê bi navê wî dest pê bike, wê ji pergala qirker hesab were pirsîn. -
Ciwanên Başûr: Soza Kasim Engîn soza me ye
Ciwanên Başûr ên bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo Endamê KN a PKK’ê Kasim Engîn meşek bi meşale lidar xistin, gotin: “Soza Kasim soza me ye, em li ser xeta şehîdan û felsefeya Rêber Apo li dijî dagirkeran bisekinin." -
Di operasyona li ser TÛAY-DER’ê de 7 kes hatin girtin
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê li ser TÛAY-DER’ê hate kirin de ji 22 kesên hatibûn destgîrkirin 7 kes hatin girtin. -
Asayîşa PDK’ê rê nadin ku Êzidî vegerin Şengalê
Asayîşa PDK’ê rê neda 50 malbatên Êzidî yên ku tevî belgeya wan a derketina ji kampê hene ku vegerin Şengalê. 50 malbat niha li gundê Xetarê ya di navbera Dihok-Mûsilê de tên ragirtin. -
Li Heftanîn û Qilabanê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Heftanînê û bejahiya navçeya Qilabanê ya Şirnexê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. -
Yekîneyên Tolhildanê li Amedê çalakî li dar xistin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed/Şehîd Sakîne Cansiz/Şehîd Baran Dersim li Amedê di 10'ê Hezîranê de sê çalakî li dar xistin. -
Derî hatin vekirin, hejmara nexweşan zêde dibe
Li Îranê di pêla duyemîn a şewba koronayê de hejmara nexweşan zêde dibe. Vekirina deriyên sînor ên Wan-Îran û Colemêrg-Îran rê li ber metirsiyê vedike. Li Wanê hejmara nexweşan zêde dibe. -
Togrûl: Kurd ji vê polîtîkaya zordar gelekî aciz in
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir, êrişên li dijî partiya wan di nava hilbijêrên wan de bûye sedema hêrsê û got, "Li her derê nerazîbûna li dijî êrişên li ser HDP'ê heye." -
Ciwanên Başûr wê ji bo Kasim Engîn sibe bi meşaleyan bimeşin
Ciwanên Başûrê Kurdistanê wê bi pêşengiya Ciwanên Welatparê û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşeke bi meşaleyî lidar bixin. -
Balafirên Tirk bombe li herêma Bradost barand
Balafirên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Xelîfan a herêma Biradostê barand. Ji ber bombebaranê agir bi dexlûdanê gund ket. -
Wan di bin kavilan de hişt û bû waliyê Amedê
Waliyê Entalyayê Munir Karaloglû yê ku li Amedê hate peywirdarkirin, di dema erdheja Wanê de bi kirinên xwe yên dermirovahiyê û bi qetlîama otelê ya ku 24 kes lê bimirin, tê naskirin.