KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cezayê girtîgehê li hevşaredarên Rêya Hevrîşmê ya Wanê hate birîn
Cezayê girtîgehê li hevşaredarên Rêya Hevrîşmê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kûrt hate birîn. -
Avahiya HDP'ê hate dorpêçkirin
Ji bo gel li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê ji bo pêşwazîkirina meşvanên ji Colemêrgê li hev kom nebe, bi bendan dor li avahiya HDP'ê hate girtin. -
Meşa Demokrasiyê: Nehiştin ku Mêrdînî ji bajêr derkevin
Mêrdîniyên ku xwestin tevlî Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê bibin, ji ber astengiyan nekarîn ji bajêr derkevin. -
Nasnameyên 3 gerîlayan hate aşkerekirin
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku Gulanê li Herekolê şehîd bûne ragihand û got, ‘’Hevrêyên me Bêrîtan, Gever û Serhildan di nav berxwedana gerîla de bi fedakariyeke mezin cihê xwe girtine û heta hilma xwe ya dawî ji bo azadiya gele me şer kirine.’’ -
HPG: Bersiva herî xurt wê ji dagirkeriyê re bê dayin
HPG'ê ragihand artêşa Tirk li Heftanînê bi desteka hewayî tevgera dagirkirinê daye destpêkirin û got, ''Navê vê tevgera dagirker a ji bejahiyê her çi dibe bila bibe, bi rengekî karîger wê were bersivdan û dewleta TC’ê wê derba dîrokî bixwe.'' -
HDP'î bi piştgiriye xurt ber bi Bedlîsê ve dimeşin
Beşdarên Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê ber bi Bedlîsê ve bi rê ketin. Meşvan li her cihî bi tilîlî û dirûşman hatin pêşwazîkirin. Parlamentera HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku astengî wê bi ser nekevin. -
Gelo bombeya kîmyewî jî avêtin Mexmûrê?
Mexmûriyan diyar kirin, bombeyeke ku dewleta Tirk avêt herêma Mexmûrê û li tehtekî ket, ji bombeyên din cuda bû. Mexmûriyan bal kişandin ser şewata ji ber teqînê û bêhna ku piştre li derdorê belav bû û gotin, dibe ku çeka kîmyewî be. -
'AKP-MHP'ê ji bo astengkirina HDP'ê nîvê welêt qedexe kir'
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê nerazîbûn nîşanî êriş û astengiyên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî meşa HDP'ê da û diyar kir, "Desthilatdariyê ji bo HDP'ê asteng bike, li nîvê welêt qedexeya derketina derve ragihand." -
Muebeta giran û 20 sal ceza li Doza Nisêbînê hate birîn
Cezayê muebeta giran û 20 sal cezayê girtîgehê li Rojhat Aydin hate birîn ê ku di Doza Nisêbînê de dihat darizandin. -
Li rojnamevan Canozer ji ber 'ecibandinan' cezayê girtîgehê hate birîn
Li nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer salek û 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Ji bo hincetê jî ecibandina parvekirinên li medya dîjîtal hate nîşandan. -
Jinên Wargeha Mexmûr: Armanc tinekirina Kurdan e
Jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bal kişandin ser êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr, Qadên Parastina Medyayê û diyar kirin armanca sereke ya êrîşên Tirk ne tenê PKK lê tinekirina Kurdan e. -
KCK: Heta ku bi fermî lêborîn neyê xwestin doza Palme nayê girtin!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê lêpirsîna li ser Olof Palme ya ku 34 sal şûnde hate girtin, got ku “Heta ku ji gelê Kurd û PKK’ê lêborîn neyê xwestin ev doz divê neyê girtin” û xwest ku divê bi fermî lêborîn were xwestin. -
KCK: Em li ber êrişên qirker rabin, têkoşînê mezin bikin
KCK li ber êrişên qirker ên li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê rabû û bang li Kurdan û hêzên demokrasiyê hemûyan kir ku li ber êrişên mêtinger qirker rabin û têkoşînê mezin bikin. -
‘Armanca projeya AKP û Erdogan tinekirina hemû Kurdan e’
Çavdêrê siyasî Letîf Fatîh Ferec got: “Armanca van êrîşên Tirkiyê ne tenê PKK ye, ev êrîş li ser tevahiya partiyên Başûrê Kurdistanê ye.” -
6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP’ê hate birîn
Dadgeha Tirk bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye’ 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfî Baksî birî. -
'Meşa Demokrasiyê' dewam dike: Heta ku faşîzm bi dawî bibe...
Beşdarên 'Meşa Demokrasiyê' ya HDP'ê, ji Wanê berê xwe dan Bedlîsê. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Heta ku faşîzm bi dawî bibe em ê li ber xwe bidin." -
Serokeşîrên Ereb li ber êrîşên dewleta Tirk rabûn
Eşîr û serokeşîrên Ereban êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin û diyar kirin ku wê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. -
IGFM: Divê Elmanya li bara êrîşan bêdeng nemîne
Yekîtiya Mafê Mirovan a Navnetewî (IGFM) êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û di serî de Elmanya, xwest ku welatên Ewropî bêdeng nemînin. -
Akgul: Divê em bi yekîtiyê bersiva herî xurt bidin êrişan
Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Adnan Akgul nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê da û got, "Divê em bi yekîtiya xwe bersiva herî xurt bidin êrişan." -
Li Kerkûkê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin
Welatî û aliyên siyasî yên li Kerkûkê êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker ên şermezarkirin, daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî kirin li dijî êrîşên dewleta Tirk bibin xwedî helwest. -
Şewata li Cûdiyê derketibû didome
Şewata li navbera gundê Dader û Hesena yên li Çiyayê Cûdî derketibû hê jî dewam dike. -
Welatiyên Êzidî: Divê Êzidî li ber êrîşan bê helwest nemînin
Welatiyên bajarokê Sinûnê diyar kirin di bin van êrişên dewleta Tirkiyê de komsepteke navdewletî heye û divê gelê Ezidî li hemberî van êrîşan bi vîn û helwestên xwe bêdeng nemînin. -
Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent kampanya îmzeyan
Rêxistinên çapemeniyê yên Tirkiye û navneteweyî ji bo rojnameger Nedîm Turfent ê ku ev 1500 roj in girtî ye dest bi kampanya îmzeyan kirin û xwestin Turfent serbest bê berdan. -
Sancar: Desthilat darbekar e, em li dijî darbeyê dimeşin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi gotina; ‘Desthilat darbekar e, em li dijî darbeyê dimeşin’ peyama biryardariyê da. -
Li Avaşîn, Çelê û Xakurkê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 15'ê Hezîranê li herêmên Avaşîn, Çelê û Xakurkê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî hatine lidarxistin.