KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bayik: Destê kê bikeve xwîna gerîla wê bibe hedefa me
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, hişyarî da yên ku li Başûrê Kurdistanê ji bo MÎT'ê dixebitin û got, "Me heta niha sebir kir, lê êdî destê kê bikeve xwîna gerîla wê bibe hedefa me." -
Tevî ku êrîş hate kirin berxwedana gelê Şeladizê domiya
Balefirên şer ên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê êrîşeke hewayî li dar xistibû û di vê êrîşê de 5 kes şehîd bûbûn. Ji bo 5 şehîdan merasîma cenaze hate lidarxistin û asayîşa PDK’ê êrîşî merasîmê kir. -
‘Divê di navbera pêkhateyên Kerkûkê de hêzeke hevbeş were avakirin'
Parlementera Kurd a Kerkûkê Elmas Fazil got: “Ji bo parastina Kerkûkê divê bi lez ji pêkhateyên bajêr hêzeke hevbeş bê çêkirin.” -
Asayîşa PDK'ê êrîş bi ser gelê Şeladizê de bir, gel rabû serhildanê
Asayîşa PDK'ê êrîş bire ser merasîma cenaze ya 5 Kurdên ku bi êrîşên hewayî yên Tirk duh şehîd bûbûn. -
Bila asîmanê Şengalê ji balefirên Tirkiyeyê re bê qedexekirin
Daxuyaniyekî hevbeş ji aliyê 20 saziyên sivîl ve li dijî bombardûmana li ser Şengalê radestî hikûmeta Iraq, Netewên Yekbûyî û saziyên navnetewî hate kirin. Saziyan daxwaz ji Iraqê kirin ku bila li ser Şengalê çûnûhatina balefiran were qedexekirin. -
Yek ji ciwanê raperîna Şêladizê di bomberdûmanê de hate şehîdxistin
Di êrîşên balefirên şer yên dewleta dagirker a duh ya li ser xelkê Başûrê Kurdistanê, 7 welatî şehîd bûn. Yek ji wan şehîdan ciwanekî a raperîna sala borî ya êrîşkirina ser baregehên leşkerî a dewleta dagirker ya Tirk a li Şêladizê bû. -
Li Şeladizê gel ji bo veşartina şehîdan kom dibe
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 5 kes şehîd bûbûn. Ji bo 5 şehîdan wê merasîma cenazeyan were lidarxistin. Ji gelek bajaran gel berê xwe dide Şeladizê. -
HPG: Li 2 helîkopterên Kobra hate xistin, 22 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ku li ser Heftanînê dike, berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de derb li 2 helîkopterên Kobra hate xistin û 22 leşker hatin kuştin. -
HPG: Em ê tola şehîdên sivîl hilînin!
HPG'ê ragihand dewleta Tirk bi rengekî ku hemû Başûrê Kurdistanê vehewîne êrîşeke dagirkirinê daye destpêkirin, gelê sivîl jî dike hedef û got, ''Em sond dixwin ku em ê tola sivîlên ku şehîd bûne hilînin û xwîna wan li erdê nahêlin.'' -
Li aqûbeta Er pirsîn
Hacî Ahmet Er beriya bi 25 salan piştî ku hate destgîrkirin hate nebedîkirin. Xizmên Nebediyan û Mafê Mirovan li aqûbeta Er pirsîn. -
DBP: Meşa Demokrasiyê wê serfiraziyê bîne
DBP'ê Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê slav kir, diyar kir ev gava pêşî ya meşê ye û mizginiya serfiraziyê dide. -
Hikûmeta Başûr komkujiya dewleta Tirk nedît
Hikûmeta Başûr a bi kontrola PDK'ê li şûna ku li dijî êrîşên dewleta Tirk derkeve, ku li herêmê sivîlan dikuje, PKK kire hedefa xwe. -
HPG'ê 4 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me yên şehîd bûn bi ruhê milîtanî yê Apoyî bûn fedayî û bi berxwedanê bersiv dan hêzên dagirker." -
Rûspiyên Binarê Qendîlê: Yekîtî serketin e, bibin yek
Rûspiyên Binarê Qendîlê dibêjin, dijminê Kurdan li her devera dinyayê yek e, li her deverê Kurdan qetil dike, lewma bang li hêzên Kurdan hemûyan kirin ku li dijî dagirkeriyê bibin yek. Rûspiyan gotin, "Yekîtî serketin e." -
'Bi xeta Zîlanan wê tecrîda Îmraliyê were şikandin'
Endama Koordînasyona PAJK ê Şîmal Ulkem diyar kir ku wê bi xeta Zîlanan tecrîda Îmraliyê were şikandin. -
Ûçar: Heta ku qanûn bê betalkirin em ê çalakiyan bikin
Li dijî desteserkirina mafên parêzeran, Baroya Wanê jî tevlî meşa ber bi Enqereyê ve bû. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûça got, "Heta ku qanûn bê betalkirin em ê çalakiyan bikin." -
Dewleta Tirk 37 sal in li Başûr komkujiyan dike
Dewleta Tirk ku di bombardûmana sê rojên dawî de 7 sivîl qetil kir, 37 sal in li Başûrê kurdistanê komkujiyan dike. Kendakolê, Zergelê, Kortek çend ji van komkujiyan e. -
Balafirên şer ên Tirk qada Xantûrê bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker qada Xantûrê ji hewa ve bombe dike, sewqiyateke zêde jî tê kirin. -
Balafirên şer ên Tirk gundê Perexê yê Derkarê bombe dike
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundek Perexê yê ser bi Zaxo bombe dike. -
Leşker û cerdevan ev 4 roj in li Elo Dîno di kemînê de ne
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji qereqola gundê Bafê cerdevan û leşker bi şev bi dizî derketin û li Keleha Elo Dîno kemînan datînin. -
Di doza Nisêbînê de ceza dane girtiyeke dî jî
Di Doza Nisêbê de cezayê miebete girankirî û 18 sal ceza li Nûbahar Ozdemîr hate birîn. -
Lahor Şêx Cengî: Silêmanî bajarekî Kurdî ye
Hevserokê Giştî yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bi gotina ‘Silêmanî bajarê Kurdî ye, ji bo wê ye jêre tê gotin bajarê helmet û qûrbanî’ bersiva propagandayên nerast ên Wezîrê Karê Derve yê Tirk Çawîşoglû da. -
Dewleta Tirk li gundê Golka jî ciwanekî Kurd şehîd kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Golka ê Metînayê bombe kir. Bi bombebaranê re ciwanekî Kurd şehîd bû. -
HPG: Li Heftanînê derbên giran li dagirkeran têne xistin
Li dijî tevgera dagirkirinê ya artêşa Tirk ku li ser Heftanînê daye destpêkirin, hêzên gerîla berxwedaniyeke mezin dikin. Di çalakiyan ji 20'î zêdetir dagirker hatin cezakirin. -
Balafirên Tirk bombe li Sîdayê barandin: 4 gundî şehîd bûn- NÛ BÛ II
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Sîdayê barandin. Li gorî agahiyê destpêkê 2 kes ji eşîra Rêkanî du jî ji eşîra Oremar şehîd bûne.