Wezîrê Rojhilata Navîn Hamish Falconer bersiva fermî da pêşniyaznameya parlamenterê Îngilîz Sir Oliver Dowden a derbarê rewşa Kurdên li Îranê. Falconer diyar kir ku Îngiltere binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kêmneteweyên etnîkî ku Kurd jî di nav de ne yên li Îranê şermezar dike û bi bîr xist ku Kurd ji damezrandina Komara Îslamî ve bi zexteke giran re rû bi rû ne.
Falconer di nameyê de diyar kir ku demek dirêje têkiliyên Îngiltereyê bi civakên Kurd ên li Rojhilata Navîn re hene û têkiliyên xwe bi civakên Kurd ên li Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq û li dîasporayê re berdewam dike. Falconer anî ziman ku wê têkiliya dîplomatîk ên bi civakên Kurd re berdewam bikin. Wezîr diyar kir ku divê rayedarên Îranê pêvçûnan ji bo rewakirina tundiya li dijî gelê xwe bi kar neyne.
Falconer nameya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dema ku ev şer berdewam dike, em bi taybetî jin û keçan ên ku bê parastin in û civaka Kurd di ber çavan de derbas dikin. Ev civak ji damezrandina Komara Îslamî ve bi zexteke dijwar re rû bi rû ne. Kurd jî mîna her kesî mafê wan heye ku li Îranê di nava aştî û ewlehiyê de bijîn."