KURDISTAN
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Sêrtê û bajarokê Ziyaretê tevlî civînên gel bû got, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan di şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têdikoşe. Dewletê ku Kurdan înkar dikir, niha di maseya muzakereyê de ye.”
Çetîn Arkaş di konferansa MÎA-FED de axivî û got, ya ku berpirsyariyê li civakê bar dike, exlaq e.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Di maseya muzakereyê de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin."
Ji bo fermandarê YBŞ'ê Emîn Kartal bi nasnav Kawa Şengalî li Hezexê taziye hate danîn û girseya gel serdana malbata Kartal kir.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê ragihand ku fermandar Kawa Şengalî şehîd bûye got, "Em teqez dikin ku em ê xeyal û armancê wî pêk bînin û diyarî wî û hemû cangoriyên xwe yên hêja bikin."
Hemû Nûçe
-
Sala 2022'an li Wan û Colemêrgê binpêkirin zêdetir bûn
Di encama polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê de sala 2022'an li Wan û Colemêrgê qedexe, binpêkirina mafên mirovan, talankirina xwezayê, kuştina karkeran û operasyonên qirkirina siyasî bênavber dewam kirin.
-
Kalkan: Artêşa Tirk ketiye nava 'Sendroma Zapê'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku rewşa li Kurdistanê mohra xwe li sala 2022'an a li herêmê xist û destnîşan kir, artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîla kete nava 'Sendroma Zapê'.
-
-
-
-
-
-
Zozan Çewlik: Em ê 2023'an bikin sala tolhildanê
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê Zozan Çewlik şerê sala 2022'an nirxand û bal kişand ser lehengiya gerîlayên YJA Starê. Zozan Çewlik destnîşan kir ku wê 2023'an bi berxwedaneke topyekûn bikin sala tolhildanê.
-
Sala 2022’an li Başûr bû sala cînayetên siyasî
Ji serê sala 2022’an ve heta vê kêliyê li Başûrê Kurdistanê êrîş ne rawestiyan û bi dehan kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Sala 2022’an ji bo Başûrê Kurdistanê bû sala cînayetên siyasî.
-
Sê aktîvîst li Bokan û Mahabadê hatin bîranîn
Li gel zext û astengiyan jî ji bo sê aktîvîstên ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin, li bajarên Bokan û Mahabadê yên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
-
Kalkan: Kurd wê ji derewa 'kujerê nexweş' bawer nekin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku kujerên komkujiyên 9'ê Çileyê û 23'ê Kanûnê dişibin hev û got, "Senaryo mîna hev e (...) Wê nikaribin van derewan bi Kurdan û mirovahiyê bidin bawerkirin."
-
-
-
-
-
Engîzek: Em ê dest ji Komkujiya Parîsê neqere
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek anî ziman ku komkujiya li Parîsê siyasî ye û got, "Komkujî bi plan û bernameyekê ji aliyê MÎT'ê ve hate kirin. Em tevger, em ê dest ji vê meseleyê bernedin."
-
PKK: Li pişt komkujiya Parîsê Erdogan-MÎT heye
Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku rêveberiya Erdogan biryar li ser Komkujiya Parîsê da, MÎT a bi serkêşiya Hakan Fîdan jî plan kir û pêk anî. Komîteyê got, Divê rêveberiya Fransayê bi vê rastiyê zanibe."
-
-
-
KCK: Wê hesabê qetlîaman ji mêtingeriya qirker were xwestin
KCK’ê diyar kir Qetlîama 2’emîn a Parîsê dûmahîka qetlîama 9’ê Çileyê ya li Parîsê û ya Qetlîama Roboskiyê ye. KCK’ê got “Wê gelê me yê welatparêz û dostên me têkoşîna azadî, edalet û demokrasiyê bi ser bixînin û ji mêtingeriya qirker hesap bipirsin."
-
-
-
-
-
Têkoşîna gerîla Sarîna...
Gerîla Sarîna Şervan beriya ku şehîd bikeve li ser jiyana PKK'ê gotibû, "Eger ez careke din bihatima dinyayê min ê li ser bingeha felsefeya Rêber Apo têbikoşiya."