KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Birayê şehîd Agir Tilizêr: Em heya dawî bi gerîla re ne
Birayê gerîlayê HPG'ê Agir Tilezêr Rojhat Feqîr diyar kir ku dewleta bi sedan sal e dijminatiyê li Kurdan dike û got: "Em ê heya dawî li hemberî dijminê dagirker şer bikin." -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Amediyê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand ku li Qada Girê Amediyê ya Metînayê ji 3 baskan ve li dijî leşkerên Tirk ên dagirker hate lidarxistin û di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin. -
AKP'ê rêya Wan-Colemêrgê kiriye rêya mirinê
Rêya bejahî ya Wan-Colemêrgê ku desthilatdariya AKP-MHP'ê 20 sal in kiriye rêya rantê, hema hema her roj dibe cihê qezayên trafîkê. -
Egîd Garzan ji çiyayên azad qet dûr neket
Ji Garzanê heta bi Zagrosan, ji Botanê heta bi Xakurkê 27 salan li her herêma Kurdistanê şer kir. Gelek caran birîndar bû, lê belê bi kêliyekê jî ji çiyayên azad dûr neket. Xetere li k bûya, ew li wir bû. -
Bi sedan kes li Silêmaniyê li dijî çekên kîmyewî rabûn
Bi tevlîbûna sedan kesî li Silêmaniyê êrîşên dagirkeriyê, bikaranîna çekên qedexe, gazên jehrî hatin protestokirin. Di çalakiyê de banga rawestandina êrîşên li ser Başûr û Rojava hate kirin. -
Ji bo Şehîd Til Izêr konê sersaxiyê hat vedan: Xwedî li gerîla derbikevin
Ji bo Gerîlayê HPG’ê Şehîd Agir Til Izêr ê ku li Zapê şehîd bibû, konê sersaxiyê hate vedan. Di axaftinên konê sersaxiyê de banga xwedîderketina berxwedana gerîla hate kirin. -
HPG: Dagirkerek hate cezakirin, termalek û mobeseyek hate îmhakirin
Di çalakiyên gerîla de leşkerekî dagirker ê dewleta Tirk hate cezakirin. Di çalakiyan de termalek û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate rûxandin. Derb li çeperekê hate xistin. -
HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Ew wekî qehremanên herî wêrek ên têkoşîna destanî di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de piştî berxwedaneke fedaî şehîd bûn.” -
Ji bo azad bistrê berê xwe da Başûrê Kurdistanê
Hunermendê kolanan Kemal Abdullah ê bi salan e bi kemana xwe li kolanên Tehranê stran pêşkêşî gel dikir, ji ber astengî û sînorên ji bo muzîkê, berê xwe da Başûrê Kurdistanê niha li kolanan Başûrê Kurdistanê muzîka xwe dike. -
Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê têbikoşin
Baroya Mêrdînê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de malbata Şenyaşarê kir mêvan. Malbata Şenyaşar got ku heta ku edaletê pêk were ew ê têbikoşin. -
HPG: 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin. -
Têkildarî 16 rojnamevanên dîlgirtî 6 meh in gilîname nehatiye amadekirin
DFG û MKGP'ê ragihandin, ku têkildarî 16 rojnamevanên Kurd ên dîlgirtî 6 meh in îdîaname nehatiye amadekirin û destnîşan kirin, ku dewlet sûc dike. -
Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyan weşand
Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî weşand. -
Pergaleke ku azadiya jinê tê de tune be, mayînde nabe
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed sedem û bingehên veguhertina paradîgmayê ya di nava PKK'ê de nirxand û diyar kir ku pergala bêyî azadiya jinê û têgihiştineke ekolojîk nikare bê domandin. -
Cenazeyê gerîla Mahmût Taş li Rihayê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmût Taş (Andok Sara) ku sala 2019'an li Şirnexê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, li Rihayê hate veşartin. -
HPG: Fermandar Alî Haydar Dersim şehîd bû
HPG'ê ragihand ku Bîlal Karakûş (Alî Haydar Dersim) şehîd bûye û got, "Em soz didin ku her tim xwedî li bîranîna fermandarê leheng hevrê Alî Haydar derkevin, armancên wî yên pîroz bi ser bixînin." -
MXDŞ'ê bi wesîleya Cejna Êzî banga vegera li Şengalê kir
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cejna Êzî bi peyamekê pîroz kir û got, "Êdî dema wê hatiye ku civaka me biryara vegera li ser axa bav û kalên xwe bide." -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Taş hat wergirtin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Taş ji Şirnexê hate wergirtin. Cenaze wê li Rihayê were veşartin. -
Ciwana Sine: Ji bo serxistina şoreşê eniyên hevbeş xurt bikin
Endama Koordînasyona KJAR'ê Ciwana Sine destnîşan kir, ku ji bo biserxistina şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê divê her beşên civakê hem li welat hem jî li derveyî welat eniyên hevbeş xurt bikin û dengê şoreşê bilindtir bikin. -
KNK'ê Cejna Êzî pîroz kir
"Bi hev re jiyan, aştî û aramiya civakê ji armancên herî bingehîn ên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye. Ji bo xwegihandina van armancan jî ked, kar û xebat pêwîste. Hêvîdarin ku liv û tevgera me hemûyan di vê arasteyê de be." -
Di tûrikê wan de hêviya gelekî hebû
Gerîla Milîtan, Serxwebûn û Nejwan di demên cuda de ji cihên cuda derbas bûn, di heman rêyê de hilm standin, di tûrikê xwe de hêviya gelekî hilgirtin. -
Jinên li Başûrê Kurdistanê ji ber tundûtûjiyê agir berdidin canê xwe
Gelek jinên li Başûrê Kurdistanê, ji bo ji zilma ji destên hevserên xwe xelas bibin agir berdidin canê xwe. -
Êşkence û zextên li girtîgehên Êlîhê
Şaxa ÎHD’ê a Êlîhê bal kişand li ser zext û êşkenceyên Kampûsa Girtîgeha Qubîn a Êlihê û Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. -
Li Zapê 2 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayan li Zap û Xakurkê çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
HPG: 2744 dagirker hatin cezakirin, 11 helîkopter hatin xistin
HPG'ê bîlançoya şer a 8 mehan eşkere kir. Gerîlayan 2852 çalakî kirin, 2744 dagirker ceza kirin. 11 helîkopter hatin xistin, derb li 80 helîkopteran hate xistin. Dewleta Tirk a dagirker 3152 caran bi çekên kîmyewî êrîş kir.