KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
Bêhna zembûrê ji çiyê tê
Ev der Kurdistan e. Çiyayên Kurdistanê ku her biharê bêhna zembûrê jê tê. Kurdistana ku bi çiyayên bilind dorpêçkirî, ku ezman ji nêz ve bi şênberî tê dîtin.
-
-
-
-
-
Bêrîtan Guneş: Şewat, kuştineke bi zanebûn e!
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş anî ziman ku şewat xemsariyeke ji rêzê nîne, lê polîtîkayeke bi zanebûn e û diyar kir, li cihê ku zerar li gel bû, rayedaran hewl dan berpirsyariya xwe veşêrin.
-
-
-
-
Klîmayan vemirînin û vegerin serdema jîngeha siruştî!
Klîmayan vemirînin û vegerin serdema jîngeha siruştî. Ev jîngeha çêkirî jîngeheke sexte ye û bi nexweşiyan tijî ye. Hewaya hênik li deşt, çem, robar û çiyayan e. Hewaya pak û hênik hilmijin, mirovatiyê ji şewitînê biparêzin.
-
Li Wanê fûhûş tê zêdekirin
Li Wanê li salonên masajê, malên kirêkirî û li hin otelên biçûk fûhûş tê kirin. Balkêş e ku polîs operasyonê li hemberî van deveran nakin.
-
-
-
HPG: Bi balafiran 16 çalakî hatin lidarxistin
Yekîneya Şehîd Dogan Zinar di navbera 6 - 25’ê Hezîranê de bi balafiran 16 caran li baregehên artêşa Tirk ên li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl xistin; 6 dagirker hatin cezakirin, gelek çeper û kon hatin îmhakirin.
-
-
Li herêma PDK’ê nuqteya kontrolê ya artêşa Tirk
Artêşa Tirk a dagirker li gundên di navbera Bazê û Bêrîzanê û her wiha li Bêrîzanê û Kanî Belavê yên herêma Berwarî Bala ya navçeya Amêdiyê du nuqteyên leşkerî danî û kontrola nasnameyan dike.
-
KCK: Zîlan di fedayîtiyê de lûtke ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got ku îfadeya herî esas a kesayeta Zîlan, di fedayîtiyê de xwe gihandina lûtkeyê ye.
-
-
-
-
Nasnameya şehîdên Elkê hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Elkê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Bîranîna hevrêyên me Brûsk, Rustem, Kamûran û Dilsoz wê her tim pêşengiyê ji têkoşîna me re bike.”
-
Karayilan: Em bi ruhê Zîlan têdikoşin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Zeynep Kinaci ya ku 30'ê Hezîrana 1996'an çalakiya fedaî kir bi bîr anî û got, "Zîlanbûyîn îro li nava refên me xurt bûye. Em bi vî ruhî têdikoşin."
-
Cenazeyê Şefîk Esen hate veşartin
Cenazeyê girtiyê nexweş Şefîk Esen ku li Eskîşehîrê li nexweşxaneyekê jiyana xwe ji dest da, li gundê Başpinar ê Çinarê hate veşartin.
-