KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di meşa Pirsûsê de Rojava hat silavkirin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di meşa Pirsûsê de axivî û got: “Tu ferasetên ku gelên Kurd û Ereb ên li Sûriyeyê tune dihesibînin dê nekarin hebûna xwe bidomînin. Tevî astengiyan jî me meşa xwe li dar xist. Silav ji Kobanê re.” -
Li Şengalê alîkariya ji bo koçberên Rojava hatine komkirin, li benda derbasbûnê ne
Rêveberiya Xweser a Şengalê, diyar kir ku wan ji bo koçberên Rojava 12 kamyonên mezin alîkarî berhevkirine, lê ji 20’ê meha Kanûnê ve li benda destûra rayedarên Iraqê ne ku alîkarî bên derbaskirin. -
Gel li ser sînorê Kobanê xwedî li peyama Rêber Apo derket
Mirovên ji bajarên cuda gihîştin Pirsûsê û li dijî êrîşan ber bi sînorê Kobanê ve meşiyan, peyama Rêber Apo silav kirin û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. -
'Em çiqasî têbikoşin em ê ewqasî jî encamê bi dest bixin'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok anî ziman ku hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re girîng û bi wate ye, lê belê divê kes xwe sist neke û got, "Em çiqasî têbikoşin û bi rêxistin bin, em ê ewqasî encamê werbigirin." -
Êrîşên dagirkeriyê li Şemzînanê hatin protestokirin
Li Şemzînanê bi meşekî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. -
Nobeda li ser sînorê Kobanê di roja 11'emîn de ye
Dayikên Aştiyê ku pêşengî ji nobeda li ser sînorê Kobanê re dikin, li ber dagirkerî û şer rabûn. -
Meşa ber bi sînor ve: Peyama Rêber Apo hate silavkirin
Li navçeya Nisêbînê bi deh hezaran kes li dijî dagirkeriyê ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan. Di meşê de peyama Rêber Apo hate silavkirin. -
Li Ebû Qelqelê tank hate îmhakirin, bi dehan dagirker hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku li bajarokê Ebû Qelqelê wesayiteke zirxî ya bi tîpa BMB û tankek îmha kirin. Hate ragihandin ku di şer de bi dehan çeteyên artêşa dewleta Tirk hatin kuştin. -
Tewar Adil: Ti biryar wê nekaribe dengê me qut bike
Karmenda Şîrketa Gizingî Berbeyan Rojnamevan Tewar Adil, destnîşan kir ku ti biryar wê nekaribe dengê wan qut bike û banga piştevaniyê li hemû mirovên azadîxwaz ên li Herêma Kurdistanê kir. -
HPG: Tunelên şer 34 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker li Zap, Metîna û Xakurkê 34 caran tunelên şer bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir. -
Dewleta Tirk a dagirker li Batîfayê bombe li 2 wesayitan barand
SÎHA’ya dewleta Tirk a dagirker, li gundê Avê yê bajarokê bajarokê Batîfayê, bombe li du wesayîtên sivîl barand. -
Cemîl Bayik: 2025 wê ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiyê bibe sala serketinê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku 2024'an ji bo gelê Kurd bû saleke ji serketinên bi berxwedanê û got, sala 2025'an di dîroka têkoşînê de wê bibe saleke diyarker. -
Îranê welatiyek Kurd ê bi navê Îrfan Îrfanî qetil kir
Kurdê bi navê Îrfan Îrfanî yê ji Seqizê di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de hat qetilkirin. -
Di nava salekê de 59 kolberên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hatin qetilkirin
Li gorî statîkên Kolber Newsê, di sala 2024’an de 59 kolberên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hatine qetilkirin û 287 kolber jî hatine birîndarkirin. -
Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 20’emîn de didome
Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê ya li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 20’emîn de didome. -
Nobeta li ser sînorê Kobanê: Peyama Îmralî, peyama me ye
Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûs de, xwedî li peyama Rêber Apo hate derketin û wiha hate gotin, “Zilm çiqas zêde dibe bila bibe, wê berxwedana me jî mezin bibe.” -
Serkeftina Rojava serkeftina hemû gelan e
Serkeftina rojava ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî dibe hêza çareserî û serkeftinên mezin. Di serî de jin û ciwan divê hemû kes xwedî li statûya Rojava derkevin û li hemû qadên jiyanê dengê xwe bilind bikin. -
Kompanya Gizîngê Berbeyan bertek nîşanî biryara girtinê da
Kompanya Gizîngê Berbeyan ku produksiyona çapemeniyê ye diyar kir ku biryara girtina navendê binpêkirina li dijî azadiya çapemeniyê û mafên jinan e. -
Asayîşa Silêmaniyê bi ser Kompanya Gizîngê Berbeyan de girt
Li Silêmaniyê yekîneyên asayişê bêyî agahî û belgeyekî fermî bi ser produksiyona çapemeniyê ya bi navê Kompanya Gizîngê Berbeyanê de girtin. -
Dewleta Tirk gundê Sergelê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gundê Sergelê yê navçeya Amediyê ya Dihokê bi topan bombebaran kir. Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Mihemed Hamîd Rehman birîndar bû. -
KNK’ê serdana Komeleya Kedkarên Şoreşger a Kurdistanê kir
Şandeya KNK’ê li Silêmaniyê serdana Komeleya Kedkarên Şoreşger a Kurdistan a Îranê kir. -
Li ser sînorê Kobanê çalakî didome: Abdullah Ocalan hêviya gelan e
Di nobeta li ser sînorê Kobanê de hate destnîşankirin ku Rêber Apo hêviya gelan e û wiha hate gotin, “Divê her kes li dora peyama Abdullah Ocalan bibe yek.” -
Bayik: Alternatîfa ji bo desthilatdariyê bi nêzîkatiya rast a li pirsgirêka Kurd dibe
Cemîl Bayik anî ziman ku li Tirkiyeyê di nava partiyên siyasî de nêzîkatiya pragmatîk a li Kurdan û pirsgirêka Kurd ji holê nehatiye rakirin û got, bi nêzîkatiya rast a li pirsgirêka Kurd dikarin bibin alternatîf ji desthilatdariyê re. -
Malbatên Roboskî 13 sal in daxwaza edaletê dikin
Lêgerîna li edaletê ya malbatên Roboskî li gel 13 salên di ser komkujiyê re derbas bûne dewam dike. -
Hozat: Rêber Apo ji bo Tirkiyeyê şensê dawî ye
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Divê dewleta Tirk ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê îradeyekê nîşan bide. Rêber Apo şensê dawî yê Tirkiyeyê ye."