KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Heta ku êrîşên li ser Kobanê biqedin em ê çalakiyan bikin'
Di çalakiya nobedê de ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hate gotin, "Heta ku êrîşên li ser Kobanê biqedin em ê çalakiya xwe dewam bikin." -
'Divê Kurd hemû xwedî li Rojava derkevin, yekîtiya neteweyî pêk bê'
Nûnerên partiyên Tifaqa Kurdistanî ji bo xwedîderketina li Rojava bang li hemû Kurdan kirin û xwestin, yekîtiya neteweyî pêk were. -
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên şehîd bûne ragihand û got, "Em soza xwe nû dikin ku em ê bîranînên hevrêyên xwe Hogir û Ronî heta dawî di têkoşîna xwe ya azadiyê de bidin jiyîn.” -
Partî û komeleyên Kurd: Roj roja parastina Rojava ye!
Partî û komeleyên Kurd li ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabûn û gotin, "Roj roja parastina Rojava ye. Roja parastina statuya Rojava ye." -
Boltan: Êrîş bi zanebûn hate kirin
Nûnerê Herêma Amedê ya DÎSK Basin-Îşê Hakkî Boltan, anî ziman ku êrîşa li dijî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi zanebûn hate kirin, ev yek sûcekî mezin e û got divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn. -
Desthilatdariya Tirk li dijî hebûna Kurdan e
Nivîskarê lêkolîner ê ji Başûrê Kurdistanê Ferset Doskî got, desthilatdariya Tirk ne tenê dijminê partî û rêxistinên Kurdan e, ew dijminê hebûna Kurdan e. -
Şehîd Evîn Goyî û hevreyên wê li Mexmûrê hatin bibîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê Şehîd Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil yên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 523’an de berdewam dike
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, bi koma 103 ’an di roja 523’an de didome. -
Şandeya DEM Partî û DBP'ê çûn serdana gora Celal Talabanî
Şandeya DEM Partî û DBP'ê serdana bajarê Silêmaniyê kirin û serdana gora Mam Celal Talabanî kirin. -
Nobeda li ser sînorê Qamişloyê: Rojava wê bi ser bikeve
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin li ser sînorê Qamişloyê di çalakiya nobedê de axivî û got, "Rojava wê teqez bi ser bikeve." -
Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobeda li dijî dagirkeriyê
Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê çalakiya nobedê hate destpêkirin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê û qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin, banga yekîtiyê hate kirin. -
Ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd
Ji bo rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, mewlûd hate danîn. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyan weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyan ên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li Zapê weşand. -
KCK: Ji bo têkbirina planên dijmin divê em berxwedanê mezin bikin
KCK'ê got, "Bi bilindkirina têkoşîna xwe divê em berxwedana li dijî êrîşên qirker û dagirker mezin bikin û planên dijminê komkujer ji hev bixin. Em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê li dijî êrîşên li ser Rojava li her derê li ber xwe bidin." -
Hevserokên DEM Partî û DBP’ê bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî re hevdîn kirin
Şandeya DEM Partî û DBP’ê li Hewlêrê bi Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de bal kişandin bi ser yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û hate gotin: “Divê çarçoveyê de wê piştevaniya hemû hewldanan bê kirin.” -
Bi girseyî serdana şîna rojnamevan Cîhan Bilgînê hat kirin
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amed û Mêrdînê çûn serda şîna rojnamevan Cîhan Bilgîn. -
Li Silêmaniyê protesto: Tirkiye dixwaze dengê azad bêdeng bike
Li Silêmaniyê gelek saziyên çapemeniyê qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin û gotin, dewleta Tirk bi êrîşa li dijî çapemeniya azad, hewl dide dengê azad bêdeng bike. -
DFG'ê û MKG'ê serdana malbata Nazim Daştan kirin
DFG'ê û MKG'ê serdana sersaxiyê li malbata Nazim Daştan kirin ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin. -
Bi girseyî serdana şîna Nazim Daştan kirin
Li Agiriyê bi girseyî serdana şîna kedkarê Çapemeniya Azad Nazim Daştan ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin, kirin. -
Kompanya Çetir: Li dijî dewleta Tirk divê helwesteke cidî bê nîşandan
Kompanya Çetir a medyayê têkildarî qetilkirina rojnamevanan daxuyaniyek da û bang kir ku li hemberî dewleta Tirk helwesteke cidî bê nîşandan. -
Dayika Cîhan Bîlgîn: Keça min bo gelê xwe canê xwe feda kir
Dayika rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, Katibe Bîlgîn got, “Keça min şopdarê heqîqetê bû. Rêya gelê xwe hilbijart û ji bo gelê xwe canê xwe feda kir.” -
Qetilkirina rojnamevanan li ser sînorê Qamişloyê hate şermezarkirin
Di nobeta li ser sînorê Qamişloyê de qetilkirina rojnamevanan hate protestokirin. DGF û MGK’ê peyama ‘’Hûn ê nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin’’ dan. -
‘Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin’
Qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hate protestokirin û peyama "Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin" hate dayîn. -
Dewleta Tirk şîna ji bo Nazim Daştan asteng kir
Li Giyadîn ji bo rojnamevan Nazim Daştan ê li Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve bi balafiran hate qetilkirin, hate xwestin ku şîn were danîn. Lê belê dewleta Tirk şîn asteng kir. -
Şanaz Îbrahîm nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî rojnamevanan da
Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û got, “Divê dawî li vê hovîtî û hişmendiya faşîst bê anîn û di dadgehên navneteweyî de demildest lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin.”