KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Qetilkirina rojnamevanan hate protestokirin
Di çalakiya ku li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo didome de qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cihan Bîlgîn hate protestokirin. -
Nivîskar û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ji bo ‘Rojava’ bang kirin
Nivîskar, çalakvan û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ji bo alîkariya Rojava bang li hikûmetê kirin û gotin, “Erka hemû partî û rêxistinên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ew e ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê derkevin." -
HPG: Hêzên PDK'ê kemîn danîn û gule li gerîlayan reşandin
HPG’ê got, "11'ê Kanûnê, komek ji hevrêyên me yên li herêma Avaşînê bi erka xwe radibûn, rastî kemîneke hêzên PDK'ê hatin. Hêzên PDK’ê gule li tîma me ya gerîla reşand û pevçûneke kurt rû da.” -
Li Wanê qetilkirina rojnamevanan û binçavkirin hatin şermezarkirin
Li Wanê qetilkirina 2 rojnamevanên Kurd û binçavkirin careke din hate şermezarkirin û peyama “Em paşde gav navêjin” dan. -
Serdanên sersaxiyê ji bo malbatên rojnamevanên hatine qetilkirin
Serdana sersaxiyê li malbatên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilginê ku di êrîşa SIHA’yê ya dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin, hat kirin. -
Di nobeta li ser sînor de, êrîşa li dijî rojnamevanan hate şermezarkirin
Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo de, nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan û hat xwestin ku statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin. -
Rojnamevanên Şengalê qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kirin
Rojnamevanên Şengalê qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kirin û gotin, "Wê ala ragihandina heqîqetê li erdê nehêlin." -
Li Wanê êrîşa li ser daxuyaniya çapemeniyê: 9 rojnamevan hatin binçavkirin
Li Wanê polîsan êrîş birin ser daxuyaniya çapemeniyê ku têkildarî rojnamevanên hatin qetilkirin wê bihate dayin. Di êrîşê de 9 rojnamevan û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin. -
‘Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava’
Qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hat şermezarkirin û hat gotin, “Ew her tim bûn dengê heqîqetê. Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava. Em ê kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin.” -
Li ser sînorê Qamişloyê qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin
Di çalakiya nobedê de ku li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê li dijî êrîşên dagirkeriyê dewam dike, qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hate şermezarkirin. -
YRD: Bûn şervanê heqîqetê
YRD'ê diyar kir ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tevlî karwanê şehîdên çapemeniya azad bûn û got, "Ew ji êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me û gelên me haydar bûn û ji bo têkbirina van êrîşan canê xwe feda kirin." -
Bafil Talebanî: Em girêdayî parastina maf û çanda resen a Êzidiyan in
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî Cejna Rojiyên Êzî pîroz kir û got, “Em girêdayî parastina maf û çanda resen a Êzidiyan in û ji bo xurtkirina ruhê xwişk-biratî û bihevrejiyana di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de em ê hevkar û piştevanê wan bin.” -
DFG: Em ê her tim bi israr heqîqetan bînin ziman
DFG’ê qetilkirina kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got, “Em ê her tim bi hêza ku me ji wan girtiye û bi israra xwe, heqîqetan bînin ziman.” -
HPG: Hevrêyê me Hogir Merwan şehîd bû
HPG’ê diyar kir ku gerîla Hogir Merwan di 10'ê Cotmeha 2024'an de li herêma Garê şehîd bû û got, “Hevrêyê me li gor baweriya xwe dijî û bi qasî gotinên xwe di pratîkê de jî xurt bû û wek mînakeke hevgirtî ya şoreşgeriyê ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak.” -
Hikumeta Tirk divê gavê biavêje
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên tevlî 'Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk' bûne, destnîşan kirin ku divê hikumeta Tirk gavên pêwîst biavêje. -
KNK'ê cejna Êzî pîroz kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) cejna Êzî li hemû gelê Êzidî pîroz kir. -
Nobeta li ser sînorê Qamişloyê didome: Em berxwedanê silav dikin
Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişloyê ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 7’an de ye. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hate silavkirin û banga yekîtiyê hate kirin. -
Taybet Înan hate bîranîn
Taybet Înan ku li Silopiyayê di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin, hate bîranîn. -
Dîmenê çalakiyên hewayî hatin weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyên hewayî weşand ku di demên cuda de ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve hatin lidarxistin. -
Hiqûqnas Demîr: Mafê hêviyê divê nebe amûreke şantajê
Hevserokê DBP'ê yê Wanê û hiqûqnas Cemal Demîr destnîşan kir ku divê mafê hêviyê weke şantajê neyê bi kar anîn û bê naskirin. -
‘Muxatab Abdullah Ocalan e û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were’
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Dîlokê axivî û got: “Muxatabê pirsgirêkê Birêz Abdullah Ocalan e û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were.” -
2 şehîdên YJA Starê li Mexmûrê hatin bibîranîn
Li Wargeha Mexmûrê ji bo Şehîd Pîran Suweyda (Çîmen Alturk) û Şehîd Diljîn Bêlatî (Zeynep Demîroglû) ku di 1’ê Mijdara 2024’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
Li Zanîngeha Harranê dijminahiya zimanê Kurdî
Li Zanîngeha Harranê, xwendêkarên stranên Kurdî digotin hatin astengkirin û gef li wan hat xwarin. -
‘Heta ku deriyên Îmraliyê nevebin, çareserî nabe’
Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo de, banga hate kirin ku “deriyên Îmraliyê bên vekirin” û berxwedana Rojava hate silavkirin. -
Li Şirnexê li dijî dagirkerî û qirkirinê meş
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li navçeya Silopiya ya Şirnexê meş hate lidarxistin.